Polîtîk
Li Tirkiyê artêşa qaçaxan (600.000) e
Erdogan di derbarê dema leşkeriya Tirkiyê de axivî û da zanîn ku li Tirkiyê nêzîkî 600.000 kesên qaçaxê leşkeriyê hene, di demeke nêzîk de, dê hemû werin girtin.
Erdogan li gel Serokên Leqên Partiya xwe re axivî û di derbarê kêmkirina dema leşkeriyê de da zanîn ku wan biryar dane ku leşkeriyê bikin 12 meh û ev biryara wan niha bi cîhkirinê de ye.
Her wiha got: li Tirkiyê nêzîkî 600.000 kesên qaçaxê leşkeriyê hene, me li gel Wezareta Navxo û Wezareta Bergiriyê axaftiye di demeke nêzîk de, dê dest bi xebateke nû bikin hemû werin girtin.
Wekî tê zanîn li Tirkiyê bi zorê leşkerî heye û hejmara 600.000 kesan ji hejmara artêşa gelek welatan zêdetire. Tê texmîn kirin ku sedî %80 ê van qaçaxan Kurd bin, ji ber ku Kurd naxwazin leşkeriyê bikin û tevlî şerekî bê watedara Tirkiyê bibin.