Madalya zêr diyariya Kurdistanê kir
Li çarçêweya rikeberiyên şampiyonaya navdewletiya Atina ku li welatê Yunanistanê bi beşdariya 44 hilbijardeyan berdewame, êvariya doh çarşem yarîzanê hilbijardeya Kurdistanê Tariq Faruq li yariya dawî ya kêşa 80 kg serkeftinekî girîng li ser yarîzanê Kosova Flakon Krozî tomar kir.
Li dema li bi destxistina madalya zêr jî alaya Kurdistanê bilindkir û sirûda Ey Reqîb hate xwendin eve jî bi awayeke giştî cihê şanaziyekî mezin bû ji bo Kingboxing ê Kurdistanê û werzîşa Kurdistanê.
Di vî derbarî de yarîzanê palewan Tariq Faruq got: Gelek dilxweşim bi wê destkefta mezina ji bo Kingboxinga Kurdistanê û eve jî berhema kar xebata hemû aliyeke. Bi rastî hemû birader piştgiriya min kirin ji bo vê yekê jî encam dilxweşkerbû ewê zêdetir jî min dilxweş kir ewebû ku min madalya zêr bi navê hilbijardeya Kurdistanê bi dest anî.