Tehran û Bexdayê di derbarê Sûrî de wek hev difikirin!
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Tehranê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Piştî civînê konferansek hevbeş a çapemeniyê li darxistin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got:
“Em hêvî dikin ku di bin ronahiya vê serdanê û baweriya di navbera her du aliyan de, hevkariya di navbera her du welatan de xurt bibe û gavên bibandor ên nêzîkbûnê bên avêtin. Îraq piştî ku terorîzm têk bir, bi taybetî di bin serokatiya birayê min Sûdanî de qonaxeke baş a bipêşketinê dijî û bi îzna Xwedê ev pêvajo dê berdewam bike.”
“Em xwedî dilgiraniyên wekî parastina aramî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê, têkoşîna li dijî komên terorîst, derxistina rejîma siyonîst ji herêmên dagirkirî û bi taybetî rêzgirtina li hestên olî yên têkildarî cihên pîroz ên Şîeyan in.”
“Metirsiya terorîzmê û îhtimala ku xaneyên terorîst dîsa dest bi çalakiyan bikin, ji bo her du aliyan jî cihê dilgiraniyê ye û me îro ev mijar nirxandin û careke din bi bîr anî ku hevkariya her du welatan çi qasî girîng e.”
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî got:
“Serdana me ya îro ji bo bipêşvebirina hevkarî û ragihandinê ya di navbera her du welatan de ye.
Em hewl didin ku hevkariya di navbera Tehran û Bexdayê de berfireh bikin da ku têkiliyên di navbera her du welatan de li ser bingeha ewlehî, aramî û refahê bi pêş bikevin.”
“Ev yek dê zererê nede berjewendiyên gelê Sûriyeyê û dê beşdarî aramiya herêmê bike.”
“Îraq ji bo veguhastina aştiyane û jinûveavakirinê amade ye”
Sûdanî anî ziman ku Îraq amade ye beşdarî pêvajoya veguhastina aştiyane û jinûveavakirina Sûriyeyê bibe.