Polîtîk

Cezayê darvekirinê ji bo çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî li Îranê hat erêkirin

Encumena Bilind a Dadwerî ya Îranê biryara darvekirina çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî pesend kir.

Parêzerê Pexşan Ezîzî, Amir Raisiyan ragihand ku, Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îranê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî pejirand.

Reîsiyan tekez kir, ku Pexsan Ezîzî endamê ti grûpeke çekdar nebûye û ti çalakiyên leşkerî jî nekirine.

Parêzer Raisiyan diyar kir ku biryara Dadgeha Tehranê û Konseya Bilind a Dadweriyê ya Îranê li dijî prensîbên darizandina adilane ye û ragihand ku ew ê îtîrazê li vê biryarê bikin.

Pexsan Ezîzî di sala 1984an de li Mehabadê hatiye dinyayê.

Di 4’ê Tebaxa 2023’an de dema tevî malbata xwe li Tehranê bû ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hat binçavkirin.

Ezîzî di 11’ê Kanûna 2023’an de hat girtin û şandin Girtîgeha Êvînê.

Wî got ku Ezîzî, ku di nameyên ku ji zindanê nivîsî de, di dema girtina xwe de rastî îşkenceyên giran hat, ji mafên bingehîn ên wekî “nûnertiya qanûnî” û “mafê dadgehkirina adil” bêpar bû.

Ezîzî di 16’ê Mijdara 2009’an de bi hinceta ku beşdarî çalakiyên protestoyî yên li dijî bidarvekirina xwendekarên Kurd ên li Tehranê bûye, hatibû girtin, Ezîzî piştî 4 mehan bi kefalet hat berdan.

Ezîzî ya ku li ser jiyana jinên Kurd lêkolîn kir, piştî ku hat berdan, herî dawî ji Girtîgeha Êvînê nameyek nivîsand û di nameyekê de êşkenceya ku lê hat jiyîn ji raya giştî re ragihand û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Piştî êrişên DAIŞê, Pexşan Ezîzî serdana Herêma Kurdistanê û Rojava kir û di kampên penaberan de xebatên alîkariyên civakî û bi taybet ji bo jin û zarokan piştgirî kirin.

Gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî di nameyeka hevpar a ku ji saziya dadweriya Îranê re şandine piştrast kirin ku Pexan Ezîzî xebatên alîkariyên mirovî dike.

Ezîzî di sala 2023’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi îdiaya “Li dijî rejîma Îranê çalakiyên çekdarî kiriye” hatibû cezakirin.

Li gorî agahiyên ku ji malbata Pexşan Ezîzî hatine girtin, di lêpirsîn û dadgehê de hemû sûc red kirine.

Back to top button