Cîhan

Partiyên Pêşeroj, Saadet û DEVA di bin navê “Riya Nû” de dibin yek.

3 Partiyên di parlementoyê de dibin yek û partiyek nû avadikin. Partiya Pêşerojê, Saadet û DEVA bi navê Partiya Rûya Nû dibin yek.

Komisyona ku ji partiya Pêşerojê, Saadet û DEVA pêk tê, di xebatên xwe yên avakirina partiyeke sîwan de gihîştiye qonaxa dawî. Hate hînbûn ku di nava pêşniyarên ji bo navê partiyê yên nû de navê “Riya Nû” giranî hatiye pejirandin. Her wiha bal hat kişandin ku li ser navê partiya ku nû hatiye avakirin peyva “partiyê” neyê bikaranîn.

Her partiyek ji partiyên Pêşerojê, Saadet û DEVAyê dê 13 navên damezrîner diyar bikin û bi vî awayî 39 an jî 40 kes dê bibin damezrînerên partiya nû. Kesê ku ne parlementer be dê wek serokê partiya sîwanê ya ku nû hatiye damezrandin bê diyarkirin.

Dema damezirandina Partiya nû bê ragihandin, dê parlementerên Partiya Pêşerojê, DEVA û Saadetê ji partiyên xwe veqetin û bikevina nava partiya nû de û xebatên xwe bi nava partiya nû de berdewam bikin.

Daxwaznameya avakirina partiyeke nû di 10 an 13 Çile de ji Wezareta Karên Hundir re bê şandin û piştre Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arıkan û Serokê Giştî yê DEVA Alî Babacan bi hev re bicivin damezirandina partiya nû ji raya giştire ragihînin.

Ji aliyek din ve hate zanîn ku, hinek parlementerên van partiyan li dijê damezirandina partiya nû dîtinên xwe eşkere kirine.

Niha Partiya Saadetê 9, Partiya DEVA 12, Partiya Pêşerojê jî 9 parlementer hene. Li gorî agahiyên di kulîsan de tene gotin; ji her partiyê 1 an 2 parlamenter dê di partiya xwe de xebatên xwe bidomînin. Tê diyarkirin ku ev parlamenter li dijî avakirina partiyeke nû xwedî ditinin. Her wiha tê gotin ku îstifakirina hinek parlementerên partiyên Pêşerojê û DEVAyê jî bertek e ji vê yekêre..

Back to top button