Austin: Dibe ku HSD bi artêşa Sûriyeyê re bibe yek.
Wezîrê Berevaniya yê Amerîkayê Lloyd Austin got, “HSD ji bo me hevalbendek baş bû” û got, “Dibe ku HSD bi artêşa Sûriyeyê re bibe yek.”Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin: Pêkhatina HSD’ê di nava artêşê de mumkun e.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku piştî rûxandina hikûmeta Beşar Esed, hêzên Amerîkî divê hebûna xwe li Sûriyê biparêzin da ku rê li ber dubarebûna metirsiya DAIŞê bigirin. Austin li Baregeha Esmanî ya Ramstein a Almanyayê ji Associated Press (AP) re axivî, ku nûnerên welatan li ser alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê li hev civiyan. Di hevpeyivîna xwe ya dawîn de berî ku dest ji kar berde, Austin got ku “Hêzên Amerîkî hîn jî hewce ne” ji bo dabînkirina ewlehiyê, nemaze li kampên binçavkirinê yên ku bi deh hezaran endamên DAIŞê yên berê û endamên malbatên wan tê de ne.
Austin têkildarî rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li welatê di bin desthilatdariya HTŞ’ê de wiha axivî:
“HSD ji bo me hevalbendek baş bû. Lê di demekê de dibe ku yekbûna HSD’ê bi artêşa Sûriyeyê re pêk were. Wê demê Sûriye dê hemû kampan (ku endamên DAIŞê lê dimînin) kontrol bike û bikaribe wan biparêze. Lê niha bi baweriya min divê em berjewendiyên xwe biparêzin.”
Hat diyarkirin ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê gihîştiye 2 hezarî.
Ji aliyê din ve, Cîgira Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh jî daxûyakirin ku nûçeyên li ser liv û tevgera zêde ya hêzên Amerîkayê li Kobanî ne rast in. Singh iddia kir ku Amerikaye li herema navbori “avahiyen daimi û baregeheke eskeri” ava nekiriye û li Sûriyeye erken wan yen leşkeri de tu guhertin çênebûye.