Polîtîk

Mezlûm Ebdî: Me bi rayedarên Şamê re li hev kiriye ku “Sûriyê parçe nekin”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku, wan bi rayedarên Sûriyê re li hev kirine ku her projeyek bi armanca parçekirina welat red bikin.

Mezlûm Ebdî roja Çarşemê, 8ê Çileya 2025ê, ji AFP re got: “Me bi rayedarên nû yên Şamê re li hev kir ku em her projeyek ku armanca wê parçekirina Sûriyê ye red bikin.”

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Ebdî jî diyar kir ku wan meha borî li Şamê bi rayedarên nû yên Sûriyeyê re hevdîtineke erênî pêk anîn.

Ebdî her wiha diyar kir ku wî ji rayedarên Şamê re gotiye ku ew piştgiriya yekîtî û aramiya Sûriyê dikin û her projeyek ku yekparçeyiya welat tehdîd bike red dike.

Back to top button