Polîtîk
Serok Barzani pêşwaziya serokatiya ENKSê kir
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Serkirdatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir
Îro çarşem 08.01.2025 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Serkirdatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa niha û pêşhatên dawî û guhertinên li Sûriyê hatin guftûgokirin û herwiha helwesta aliyên Kurdistanî derbarê guhertinên niha de hatin gotûbêjkirin.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li ser piştgîriya xwe ji bo doza gelê Kurd li Sûriyê û pêwîstiya yekxistina rêz û pêgehan di navbera aliyên Kurdistanî de, bi berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û bidestveanîna diyalog û rêyên aştiyane weke karekî kir.