Cîhan

Opozisyona Sûriyeyê peyamekê ji Ehmed Şera re dişîne

Cîgirê Serokê Opozisyona Sûriyeyê daxwazekê ji Ehmed Şera dike û dibêje, “Divê şopandina bermayîkên rijêma berê, ên ku destên wan bi xwîna xelkê Sûriyeyê sor bûne, berdewam be. Herwesa divê kar li ser belavkirina navên hemî sîxur û wekîlên rijêma herifyayî û darizandina wan jî bê kirin.”

Cîgirê Serokê Opozisyona Sûriyeyê Ebdilhekîm Beşar peyamek arasteyî Ehmed Şera kir û got, “Wekî hûn dizanin, rijêma herifyayî ya Sûriyeyê di serdema xwe de bi dehan hezar Sûriyeyî wekî sîxur û nûçegehîn damezrandibûn, bi armanca sîxurkirinê li ser welatiyên din ên Sûriyeyê û xasma jî yên ku dijîtiya hikûmeta rijêmê dikir.”

Ebdilhekîm Beşar herwesa got, “Li ser bingeha bicihanîna dadperweriya veguhêz a pêdivî ji bo bidestxistina mafan û dadperweriyê ji qurbaniyan re, divê gelek pêngavên pêdivî bên avêtin, wekî şopandina bermayîkên rijêma berê, ên ku destên wan bi xwîna xelkê Sûriyeyê sor bûne, hemî wan kesên ku tawanên bitirs û binpêkarî li beranberî xelkê Sûriyeyê kirine.”

Navbirî amaje jî da, “Bi rêya lidûçûna me ji bo îdareya we ya bibandor, em piştrast bûn ku dezgehên ewlehiyê di îdareya nû de belgenameyên giring bi dest xistine, wekî faîlên sîxur û nûçegehînan.”

Cîgirê Serokê Opozisyona Sûriyeyê tekez jî kir, “Wekî hûn dizanin, cenabê Serokê Îdareya Nû. Dadperwerî temam nabe, tenê bi belavkirina navên wekîlêm rijêmê û kesatiyên giştî û siyasî bi awayekî eşkere nebe, ji bo ku gelê Sûriyeyê haydarî wan kesatiyên pîs be û ew kes bên darizandin.”

Ebdilhekîm Beşar ron jî kir, “Piştî wê pêngavê, wesa baş e ku kar li ser belavkirina navên hemî sîxur û wekîlên rijêma herifyayî û darizandina wan bê kirin. Bi vî awayî jî mimkin e hin aliyên dadperwer peyda bibin ku gelek ji xelkê Sûriyeyê li bendê ne.”

Back to top button