Nivîsar

Têbiniyek..! 2

Pêvajoya “Tirkiyeya bê Teror” berdewam dike. Lê cardin hinek bûyerên balkêş rû didin. Ji berî du rojan MITê li başûrê Kurdistanê operasyonek li darxist û li gora ragihandina medya Tirkî , di vê operasyonê de MITê du karmendên xwe ku di destê çekdarên PKKê de dîl bûn azadkirin. Yek di operasyonê de jiyana xwe ji dest da yek jî bi saxî hate azad kirin. Termê karmendê ku jiyana xwe ji dest dayî jî anîn Enqere spartin axê.

Di vê derbarê de, rojnemevan û nivîskarê rojnama Huriyetê Abdulkadir Selvî nivîsek nivîsan û bahsa vê operasyonê kir. Selvî dibêje: “Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MIT) di bin sir û nihêniyeke mezin de operasyoneke girîng pêk anî. Du efserên MITê yên ku ji aliyê PKKê ve hatibûn girtin, di operasyoneke nepenî de hatin azadkirin û anîn Tirkiyeyê.”

Duhî jî di parlementoya Tirkiye de Komisyona ku ji partiyên siyasî hati avakirin di serokatiya serokê Parlementoyê de civîna xwe ya yekemîn kir. Herweha biryare ku civîna îro bê kirin de serokê MITê û wezîrê bergiriyê jî amadebin.

Di vê dema ku, herkes û di serî de Bahçelî û Ocalan lezê li pêvajoyê dikin, ev operasyon tê çi wateyê? Gelo ne balkêşe ku, kesek li ser vê yekê devê xwe venekir û nirxandinek nekir.

Pêvajo dê çewe rêveherê hêja ne diyar e. Dewletê Ocalan û DEM kirine di bin baskên xwe de pêvajoyekî bi rêve dibin. Lê di heman demê de MIT li dijê PKKê operasyona dike. Wek gelek cara tê gotin, devjêberdana çekan başe. Fesihkirin û tunebûna PKKê ji hemûyê baştir e. Lê gelo dê çekdarên PKKê li başûrê Kurdistanê ji dev çekan berdin yan na? ev hêja nayê zanîn. Gelo dê li Şingalê rewşa çekdarên PKKê ku di zixmeta Heşda Şeibî de çewe be? Ev hemû pirsin û kesek behsê nake.

Rojavayê Kurdistanê HSD bi awayekî li ser daxwaza Ocalan û dizaykirina Tirkiye û pişgiriya Amerikayê tevlî Artêşa Suriye dibe.

Çi di dimîne? Eger PKK di rastiya xwe de li başûrê Kurdistanê xwe bê çek bike û tesfiye bibe, ev yek jî ji bo destkeftiyên başûrê Kurdistanê wek emanekiye.

Wek din encam kifşe; dê dewlet li gora pêwistiya xwe hinek guhertina destûrê de bike, girtiyên PKKê berdê û hinek gavên di berjewendiya dewletê de bavêje.

Mixabin di vê pêvajoyê de aliyê Kurda tuneye.. Ev bi xwe handikapa herî mezin a vê pêvajoya”Tirkiyeya bê teror e”

Back to top button