Civak
Em êrîşa ku li Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg hatîye kirin şermezar dikin

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em êrîşa ku li Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg hatîye kirin şermezar dikin

Mîr Hazim Tehsîn Beg
Li bajarê Berlîn a paytextê Almanyayê, kesekî êrîşeke fizîkî birîye ser Rêzdar Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdîyên Kurdistan û cîhanê û Serokê Civata Ruhanî ya Êzdîyan.
Em vê êrîşê û wê bêrêzîyê şermezar dikin.
Êzdî kurdên resen in û dê tu kes û alî nikaribin nasnameya kurdî ya êzdîyan tune bihesibînin.
06.08.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


