Civak

Taraf pîsitiya leşkera eşkere dike

Li Tirkiye rojane di nav leşkeran de hinek bûyerên tarî eşkere dibin. Gelek caran wan bi xwe eskerên xwe dane kuştin û gotine PKK-ê kir. Ji bo PKK-ê jî deng nekiriye, di raya giştî de hatiye zanîn ku PKK-ê kiriye. Leşker û dezgehên tarî jî li ser xwîna van eskeran siyaset kirine û dikin. Taybetî rojnama Taraf bû hêzek mezin ku, şkinandina wesayeta leşkerî de rolek mezin letizt, û her tim gelek mêranî li himber helwestên leşkeran dengên xwe bilind dikira û dike jî.

Cardin axavtina efserek bilind yê leşkera qeyd kirine û di hinek malperên înternetê de bi tirkî belav kirine. Gelek caran leşkeran şer nekirine rê dane ku leşker bêne kuştin. Lê tu kesek newêriya rojekî ji rojan muhaseba vê yekê bike ,heta newêrîne bi awayekî sedema mirina leşkeran bêxin rojevê de.

Lê gelek agahdarî di nav leşkeran de bi rêya rojnama Taraf hatine eşkere kirin û ew êxistine di rewşek xirab de, heta destê hukumetê li himber wan xort bûye. Efser di nav xwe de gelek gengeşe dikin ku ev agahdarî çewe digihin destê rojnama Tarafê. Lê dixweyê digihe destê hinek rojnameyên din jî, lê newêrin belav bikin. Taraf vê erka xwe ya rojnemevaniyê tine cîh..

Back to top button