Li jêr diruşm (slogan) “azadiya nêrînê deriyê afrandinê ye” îro li bajarê Silêmaniyê 14’emîn Festîvala Gelawêjê dest pê kir.
Li gor ku ji aliyê lîjneya serpereştiyar a festîvalê ve hate ragihandin, îsal dê 85 helbest, 45 çîrok û 38 lêkolîn di festîvalê de bên pêşkêşkirin. Her wiha festîvala îsal a Gelawêjê bi navê prof. Marif Xeznedar hatiye binavkirin.
Di festîvalê de tevî nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd, rewşenbîrên welatên Fransa, Îspanya, Kazakistan, Îran û Almanyayê jî beşdar bûne.
Di çarçoveya bernameya îro a festîvalê de, biryar e di seat 12:30’an de li Hola Kîtabxaneya Giştî a Silêmaniyê pêşangeheke pirtûkan bê vekirin.
Wek tê zanîn senterê edeb û rewşenbîriyê a Gelawêjê salane li bajarê Silêmaniyê festîvala Gelawêjê saz dike ku ev 14’emîn festîval e û dê 5 rojan berdewam be.