Kultur

Sertab Erener bi kurdî stran gotin

Piştî hunermenda naskirî Ajda Pekkan’ê, niha jî Sertap Erener‘a ku li ser navê Tirkiyê di pêşbirka Eûrovîzyonê de xelata yekemîntîyê wergirtibû, bi ‘‘Keça Kurd‘‘ Aynur Doganê re derket ser sehnê û bi kurdî stran got. Sertab Erenerê, di çarçoveya projeya bratiyê de, ku navê ‘‘Biriz-Em yek in‘‘ lê hatî kirin de, strana ‘‘Dew Dew‘‘ sitirî.

Di konsera ku doh li Salona Lütfi Kırdar ya Kongre û Pêşangehê ya Stembolê de, bi sê zimanan stran hatin gotin. Ji bilî Sertab Erener’ê, Aynur Dogan û Ayşenur Kolivar’ê jî sehne girtin.

Konsera ku produktoriya wê ji aliyê muzîkjen Demir Demirkan ve hatibû kirin de, dema Sertab Erener û Aynur Doğan’ê bi hevre strana ‘‘Dew Dew‘‘ gotin, guhdarvanan eleqeye mezin nîşan dan û demeke dirêj li çepikan dan.

 

 

Çavkanî/Habertürk

Rizgarî/Yado Ciwan

Back to top button