Civak

Li Amedê 4 zarok di golekî de winda bûn termê 2 ji wan hatin dîtin

Li gundê Amedê Sê Bîrê (Üç kuyu) ji ber ava baranê golekî biçûk bû û 4 zarok ketin nava golê ji wan du zarok winda bûn termên 2 zarokan jî ji nava golê hatin derxistin.

Hate ragihandin termên zarokên ku ji nava ava hatin derxistin pismamê hevin û navê wan Ahmet Eşme û Furkan Eşmeye. Di cihe bûyerê de gundî û malbatên zarokan bi awayekî xemgîn kom bûn.

Ji ber ku li derûdora golê cilên zarokên din jî hene ekîbên rizgarkar û lêgerînê biryara ziwakirina golê stendin û destpê kaşkirinê avê kirin. Ekîbên Binagerê Gerînendeyê Parastina Sîvîl a Amedê di cihekî de golê ziwa dikin di cihekî dî de jî di bin ava golê de xebatên lêgerînê dikin.

Dadgerê Amedê jî di cihê bûyerê de lêkolînan dike.

Back to top button