Polîtîk

Goran vedigerê nav kurdan

 
Çalak di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got, “Digel her yek ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Kargêrê Polîtbûroya YNKê Ednan Muftî, derbarê çareserkirina arîşeyên navbera desthilat û Goranê de, em di gotûbêjên domdar de ne.”

Çalak da zanîn ku civîna çend roj berê erênî bûye û desthilat li ser bicihanîna daxwaz û têbîniyên Goranê razî bûye lê heta niha bi awayekî resmî îmze li ser rêkeftina navbera herdu aliyan nehatiye kirin.

Piştî ku Bizava Goranê xwe ji Bloka Grûbên Kurdistanî vekêşa, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca çareserkirina vê meseleyê, bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî komîsyonek pêk anibû.

Bizava Goranê, 29ê Cotmeha borî bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin, ji ber ku desthilatê bernameya wê ya reformê bi cih neaniye, bêbaweriya di navbera hêzên siyasî de kûrtir kiriye û Bloka Grûbên Kurdistanî ji bo armanc û destkeftên xwe yên hizbî  bi kar aniye, ew neçar mane ji bloka kurdan vekêşin.

Bizava Goranê ya bi serokatiya Newşîrwan Mistefa li dawiya 2006ê ji ber çend pirsgirêkên navxwe yên YNKê ya bi serokatiya Celal Talebanî ji wê partiyê cihê bû û li 25ê tîrmehê 2009ê beşdarî hilbijartina parlamentoya herêma Kurdistanê bû û ji 111 kursiyên di nav parlamentoya Kurdistanê 25 kursî bi dest xistin. Di hilbijartina parlamentoya Iraqê de jî 8 kursî bi dest xistin.

Bloka Grûbên Kurdistanî ji 4 grûbên kurdî pêk tê; Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî, Goran, Yekgirtî û Komela islamî.

Back to top button