Dosya

Deklerasyona Herêmê

 KCDê û 693 rêxistinên sivîl ên civakî, “Deklarasyona Herêmê” ya derbarê biryara agirbesta PKKê de eşkere kirin. Di deklarasyanê de ku li ser navê 693 rêxistin sivîl ên civakî hatiye amadekerin, hat diyarkirin ku ji bo çareseriya pirsa Kurd divê rola Serokê PKKê Abdullah Ocalan liber çavan bê girtin û mercên hevkariyê bike bên amadekirin. Rêxistinên sivîl ên civakî, daxwaz kirin ku siyasetmedarên Kurd bên berdan û mafê wan yên parastina bi Kurdî bê dayîn. Herwiha pêşniyar kirin ku Komîsyona Lêkolînan a Rastiyan bê pêkanîn.

Dema borî KCDê û 649 rêxistinên sivîl ên civakî bang li PKKê û dewletê kiribûn ku biryara agirbestê werbigrin. Niha jî derbarê biryara PKKê ya agirbestê de Deklerasyona Herêmê eşkere kirin. 44 rêxistinên sivîl ên civakî yên din jî tevlî rêxistinên sivîl ên civakî yên bangewazê bûn. Saziyan jimara xwe derxistin 693an û deklerasyona bi navê “Deklarasyona Herêmê” ya hevpar hat amadekirin û li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê ji çapemeniyê re eşkere kirin.

Li ser navê KCDê û 693 rêxistinên sivîl ên civakî Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Elektîrîkê Îdrîs Ekmen dekelarasyon xwend û da zanîn ku li ser navê 649 rêxistinên sivîl yên di bin banê KCDê de daxwiyaniyê didin û piştî bi rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtin kirine jimara xwe derxistine 693an. Ekmen, bibîrxist ku komara gelê Kurd û Tirk bi hevre avakirin ev 78 salin ji polîtîkayên yekpar ên îmha û înkarê pêk tê.

 
Bila hikûmet dest ji polîtîkayên tasfiyê berde’

Ekmen, da zanîn ku wan berê jî banga “Destên xwe bi hev re ji çekan bikşînin” kiribûn û PKKê bersiva wan heta 2011an a bêçalaktiyê da û ev têra çareseriyê nake. Ekmen, destnişan kir ku di pêvajoya bêçalaktiyê de operasyonên siyasî û leşkerî didomin û herwiha tezkeraya operasyonên dersînor hat dirêjkirin, hikûmet ji bo tasfiyê bi Îran, Iraq, Suriye, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa re hevdîtinan dike.

 

KCDê û 693 saziyên sivîl ên civakî ji bo çareseriya pirsa Kurd daxwazên xwe wiha rêz kirin:

 

– Divê astengiyên li pêşiya perwerdeya Kurdî rabin, parastina bi Kurdî bê qebûl kirin û siyasetmedarên Kurd bên berdan.

 

– Pêwist e operasyonên leşkerî bi dawî bibin, zagona TMKê rabe, hemû zagonên rê li pêşiya darizandinên bêedaletiyê digre bên rakirin.

 

– Divê diyaloga bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin û rê li pêşiya çareseriyê bê vekirin. Herwiha divê şert û mercên wî yên ji bo piştgiriyê bidin pêvajoyê bên başkirin.

 

– Divê ji bo gel bi awayekî demokratîk îradeya xwe di meclîsê de bibîne benda hilbijartinê bê rakirin.

 

– Ji bo rastî derkevin holê û pêşerojeke ronak yekser Komîsyana Lêkolîna Rastiyan bê avakirin.

 

– Li şûna Destûra 12ê Îlonê xebatên çêkirina destûreke demokratîk, azad û wekhev, pirjimar yekser bên kirin.

 

– Em bawer dikin ku ji bo Tirkiye ji neçaresiya ketiye nav rizgar bibe, dirêjkirina bêçalakiyê ji hêla hemû derdor û hêzan ve baş bê xwendin û pêşwazîkirin.

 

– Ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêbazên demokratîk, pêşkêşxistina diyalog û muzekerayan girîng bê dîtin, derfeta ku bi pêvajoya bêçalakiyê hatiye bidesxistin baş bê nirxandin, hêvî û daxwazên civakî li derve neyên hiştin. Ev daxwazên han di heman demê de hêviya raya giştî ya herêmê nîşan dide.

 

Ekmen, di dawiyê de ragehand ku wek KCD û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo pirsgirêk bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin di serî de ji rayederan û hemû derdoran  daxwaz dikin çi bikeve ser milê wan pêk bînin.

 

Piştî daxwiyaniyê Ekmen, bersiva pirsa rojnamevan ka gelo “We daxwaze randevuyê ji Serokomar û Serokwezîr kiriye?” da û got: “Di rojên pêş de li ser van mijarên wiha em ê bicivin. Lê niha ya ji bo me girîng daxwiyaniya rêxistinên civakî û sivîl ên li ser daxwazên civakê ne.

 

 

(Rûdaw)

Back to top button