Polîtîk

Barzanî pêşwazî li şandeyeke bilinda kongresa Amerîkayê kir

   

   

Di hevdîtinê de ku Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîrê Iraqa Federal û James Jeffrey balyozê Amerîka li Iraqê û general Luîd Ostin fermandarê giştî yê hêzên Amerîka yê li Iraqê amade bûn, pêşketinên dawî ya rewşa siyasî, ewlehî û ew guftûgoyên ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû li holê dane, bi taybetî destpêşxeriya serok Barzanî û rûniştina roja pênçşemiyê ya parlamentoya Iraqê hatin nirxandin.

Şanda bilinda kongresa Amerîka tekîd li ser girîngiya kombûna serkirdeyên qewareyên siyasiyên Iraqê ku, ji bona gihiştina rêkkeftinekê û çareseriya dawî ya ji bo wê kirîza siyasiya Iraq têda derbas dibe doh li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê birêveçû, kir û ew civîn weke destpêkeke baş hate qebûlkirin.
Civînê cext li ser girîngiya pêkanîna hikûmetekî hevbendiya nîştimanî kir ku hemû hêz û qewareyê siyasiyên Iraqê li xwe bigrê, bi bêyî îhmal xistina tu aliyek û eve jî ji bo çespandina ezmûna demokratiya Iraqê û çareserkirina wan pirsên ku rûbiruyê welat bûne bi karekî girîng hate wesif kirin.
Şandeya amerîkî piştgîriya welatê xwe jî ji bo Iraq û ezmûna demokratiyê dûpat kir û hêvî xwest ku serkirdeyên îraqî bikarin li çend rojên pêş de hikûmetekî hevbendiya nîştimanî bînin hole. “Me hertim bi erênî dîtinên serok Barzanî yên ji bo pêkanîna hikûmeteke bingeh berfireh nirxandine. Em Dizanin ku di her çareseriyekê da serok Barzanî rola serekî dibîne û ew rol jî dîrok pê bexşiye.”

Sebaret bi rewşa Kurdistanê jî, şanda bilinda kongresa Amerîkayê rola gelê Kurdistanê û pêşmergeyan di hevkarîkirina hêzên Amerîka û proseya rizgarkirina Iraqê de bilind nirxand û got ku wa hurmeteke zêde ji bo dostaniya gelê Kurdistan û Amerîka heye.
Şandeya mêvan diyar kir ku li jêr desthilata serok Barzanî gelê Kurdistanê digihe paşarojeke geş û piştgîriya welatê xwe jî li parastina ewlehî û aramiya Kurdistan û avadankirinê dûpat kirin.

Serok Barzanî spasiya şanda bilinda kongresa Amerîka kir û ragihand ku, ji bona pêkanîna hikûmeta Îraqê ew dê hemû hewlekî xwe dixe hole. Barzanî got ku, ew îro dice Bexdayê da ku beşdariyê di civînên di çarçoveyê destpêşxeriya wî de tên kirin bike û got ku civînên Bexdayê berdewamiya civîna duhî ya hewlêrê ne.

Back to top button