Bruksel:Civîna Daxuyaniya Şamê pêkhat
Encumena Nistimanî li derveyî welêt civîna xwe ya yekemîn li Brûksêl di 6-7/11 an de pêk anî, bi beşdariya endamên hilbijartî ji komîteyên welatan, û nûnerên hêz, rêxistin û kesayetiyên niştimanî yên bi Daxuyaniyê re û piştgirên Daxuyaniyê..
Karê Encumenê du rojan dewam kir û bi sirûda niştimanî û rawestandina deqîqeyeke bê dengiyê li ser giyanê şehîdên azadiyê û dêmokrasiyê li Sûryê û herweha giyanê Ebdulxenî Eyaş û mamosta Ismaîl Umer, dest pê kir..
Paşê serokê komîta giştî ya mueqet li derveyî welêt, Enes Elebde bi xêr hatiana beşdaran kir û komîta kevin hel kir, û ji endamê herî bi temen xwest ko civînê bi rê ve bibe ta ko serokatiya encumenê bê hilbijartin..Di pey re ji bo serokatiyê birêzan Dr. Ebdulrezaq Îd wekû serokê encumenê û Ehmed Çeto wekû cîgir û Selîm Munèim wekû sekreter hatine hilbijartin..
Paşê danûstandin hate kirin li ser :
-Rapora komîta giştî ya mueqet ya Daxuyaniyê li derveyî welêt..
-Reşnivîsa rêbaza komîteyên Daxuyaniyê li Derveyî welêt..
-Reşnivîsa biryar û pêşniyaran..
-Reşnivîsa beyana dawiyê..
Di dawiyê de komîta giştî ya Daxuyaniyê li derveyî welêt hate hilbijartin ew jî ji birêzên ko navên wan li jêr pêk tê:
Ebdulhemîd Atasî, Seèîd Lehdo, Kamîran Haco, Kamîran Haj Ebdo, Enes Elebde, Mihemed Cemaledîn û Mihemed Zuhêr Elxetîb..