Cîhan

Nêçîrvan Barzanî û serokê Îranê li Taranê civiyan

Di çarçova seredana xwe de ji bo komara Îslamiya Îranê, şanda herêma Kurdistanê ku ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li Taranê cuda digel Mehmud Ehmedînejadê serokê komara Îslamiya Îranê, Seyîd Celîlî serokê civata emniyeta netweiyaya Îranê, Elî Rarîcanî serokê parlamentoya Îranê,  civiya.

Di civînê de têkilîyên navbera herdû aliya, bêtir xurtkirina wan têkeliyan, rewşa niha ya Îraqê,  pirosesa giftogo û danustanên ji bo damezirandina hikûmeta nû ya Îraqê hatin minaqeşe kirin.

Herwesa di wan civîn û hevdîtinan de civîna doh ya Helêrê ku di çarçoveyê destpêşxeriya serok Barzanî de hat saz kirin û serokên hemû lîste û qewareyên siyasiyên îraqê tê de beşdar bûn hate behis kirin.

Civîna parlamentoya Îraqê ku biryare roja pêncşemiya bê li Bexdayê bê sazkirin mijareke din ya civînên şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê û berpirsên komara Îslamiya Îranê bû.

Back to top button