10 Sermawez

Di sala 1965’an û rojekî wekê îroyê de
Şoreşa Çanda Çînê yan jî Şoreşa Çand ya Proleterê Mezin destpêkir ( 1966-1976 ) . Desthilatdariya Partiya Kominist a Çîn bi serokatiya Mao Zedongê tevgera ji bo pêşvebirina Şoreşê .
Di destpêka salên 1960’an de di navbera Yekîtiya Sovyetan û Çînê bûyerên nexweş qewîmiye. Li gorî Mao Zeitungê , Şoreşa Bolşewik ji armancên xwe dûr ketiye û tirsa wî ew bû ku Çîn jî weka Sovyetan di heman rêyê bişopîne ji ber vê yekê biryara destpêkirina Şoreşa Çandê da.
Sedemekî dî jî ew bû ku hinek hevalên wî bi armanca rizgirkirina windahiyên aboriya Pêngava Mezin bernameyên cûr be cûr amade kirîbûn. Mao ji bernameyên hevalên xwe re bawer nedikir û digel Şoreşa Çandê pêşiya bernameyê hevalên xwe jî girtîbû.
Mao ji aliyê xelk ve ji bo kontrolkirina partiyê kampanyayek perwerdehiya sosyalîst da destpêkirin. Partiya Komînîst ji bo dawîkirina Hiyerarşiyê, ji bo rakirina farqên di navbera keda dest û keda mêjî, gundî û bajarî xebatên çandî dan destpêkirin.
Rêveberî Artêşa Rizgiriya Gel Lin Biao berpirsyarê rêxistinkirina xelkê bû. Di xebatên perwerdehiyên Lin Biao de MAO wekê kesekî Super Însan hatîbû nîşandan û MAO di nava xelkê de dîsa bû pêşenga şoreşê. MAO carekî dî li hemberê pisporên aboriyê rêveberiya partiyê bidestxist.
MAO 4 Tiştên Kevn ( Fikrên kevn,çanda kevn,hînbûnên kevn û adeden kevn) rexne dikir û daxwaz dikir ku ew 4 tiştên kevn ji holê rake û bi wî awayî avakirina Şoreşa Çandê jî hêsantir bibe.
Di sala 1966’an de bi milyonan Muhafizên Sor seferber hatin seferber kirin û di vÊ pêvajoyê de teror gihîşt ji asta bilind re. Li dibistan û zanîngehan tevgerên tundûtijî destpêkir, mamosta û pisporan hatin kuştin. Kesên ku piştgiriya Şoreşê nedidan wekê kesên dijî şoreşê hatin binav kirin û li ber girseyan hatin daleqandin.
Pengava Şoreşa Çanda Çînê di sala 1976an de tê sekinandin û hîn çavkanî di derhaqa bûyerên Şoreşa Şandê de îdia dikin ku bi mîlyonan Çînî hatin kuştin .