Nivîsar

Suriye ber bi kûdêve diçe ?

Ev roj ev pirs di serê her mirovekî hemwelatîyê Suriyê de derbas dibê , ev mirov bi çi netawê regezê be, yan bi çi raman û çîna civakî û malbatî be û divê her kesek bilez li xwe vegere ji ber li ser ardê rûdanê nû xwe didine pêş.

Ji hemû xwendevananre diyare û dizanin ku çawa piştê şerê cîhanê û bi serkeftina dewletên mezin Ferasîya û ingilîzan dikarîbûn li hev bikin piştî ku imberatorîya Osmanî lawaz û qelis bû, ingilêz û Feransîyan xwest ku di rojhelata navîn de hevparîyekê bikin bo barjawendîyê xwe û wek dewletê konolizim deselatîya xwe li ser wan bimeşînin, wana e vev dewlet dan ber çavên xwe ( Suriye – Lobnan – Ordon – iraq ).

Suriye bo ji nesîbê Farensisa ji 1921 heya şerê cîhanê û weku hun tev dizanin ku Feransa bi xwe kete bin dagergirîya dewleta Alamana nazî de û dema şerê cihanê yê duyamîn qedîya careke dî Feransa rizgar dibe û xwe ji nûkave ava dike û xwe vedikişîne ji wan dewletan, mebesta min ji  ( Suriyê ) û Surî di 1946 serxwebûna xwe bi dest dixe lê piştî çend şoreş û serhildanan li dijî Feransîyan , ji wan şoreşan : şoreşa Alawîyan bi rêberîya Salih Al alî , û şoreşa çiyayê Diroz bi rêberîya Sultan al atraş,  û şoreşa ciyayê kurmên –zawîyê- bi rêberîya ibrahîm Henano yê kurd…wekû dî li hemû deverên din yê sûrî bê dengî hebû û eger jî ewbû ku pir ol û mezheb , yan jî pir kêm netaw li surî hene û her kes li ser teybetmendîya xwe ditirsîya.

Diwelatê surî de pir reng milet hene mîna : Areb , kurd , Aşurî- seryan – armen – kildan- Dorzî – Şerkes- Turkoman – Alawî û evqas netaw u milet u Ol tevlî vê dewleta ku jê dibên Surî li gur peymana ( Saikes- piko1916) dewleta surî , helbet em kurd ne bi îrada xwe ya azad tevlî Surî bûne û Arebên Surî jî nikarîbûn me bi zorê tevlî xwe bikin, ev tîtê ku bûyê gonehkarîya Feransîyan û ingilîzan bû , dihate xwestin ji Feransîyan ku diyar kiribana di dewleta Surî ya nû teybetmendî û xisûsîyeta van milet u netawan û bi teybet idareke atonomî ji kurdan re dest nîşan bûbana lê Feransîyan ev tişt nekir dise wana armancên xwe hebû bi dorstkirina rewşeke ne aram li van dewletan de bikaribin di her wextekî de şer u nakûkîyan peyde bikin li devera rojhelata navîn û weku hun niha dibînin çawa li iraqê û li Sudanê û li Suriyê û li Lobnanê u li hemî welatan şere û insan tên kurştin û welat wêran dibin.

Piştî kû Surî rizgar bû ji Feransîyan u serxwebûna xwe bi dest xist, serokê yekemîn kurd bû û heya 10 salekî ji destpê vê dewletê piçek rihetî û aramî peyde dibû, lê mixabin dûvre pir inqîlabê leşgerî çêbûn û sestema dewletê bû bi rengê dektatorî û bi yek reng û yek fikir û ne qebûlkirina netawên din wekû şirîkê deselatîyê û ne qebûlkirina mafê netawan di destûra Suriyê de u xedexekirina her tiştekî ku girêdayê teybetmendîya gelê kurd li Surê wek ( ziman – filklor- zimanê kurdî- navên kurd- ala kurdi-siruda kurd- goherîna navên gundan – anînan 100000 Areb ji deverên  dur bo herêma rojavayê kurdistan de bikaribin cografîya rojavayê kurdistan gigherînin û xelkên Areb pir bikin li devera kurd,wekû dî bi sedan zagonên şofînî meşandin li ser gelê kurd li rojavayê kurdistan wek: standina nasnamê ji 400000 kurdî  de nikaribin Ard u milk u xanîyan bikirin, de nikaribin kar bikin di dezgehê dewletê de, de nikaribin derman bibin di nexweşxanan de, de nikaribin derkevin dervî Surî her wekû di zîndana mirinê de bin, ew kurdên ku nasname jî hebû eynî ev zagon ser wî dihatin meşandin tenê ji ber ku kurde .

Em li pirsa xwe ya sereke vegerin : gelo berê Surî bi kûdê ve ye ?

60 sal û bihtir kurd xudanê buhara kurdî bûn di Suriyê de, ji 1957 bi damazerandina yekemîn parti 1957 ( Parti Demoqrati kurdistan – Suriye ) bi rêberîya rehmetî Osman Sebrî , partî ev beryar girt ku xebat u tekuşinê bike di bin vê selogdanê ( rizagarî û yekbûna kurdistan ) , tê wê wateyê ku gelê kurd li rojavayê kurdistan bi siyasetmedar u rewşenbîr û helbestvanên xwe tev dibihara azadîyê detêkeldarbûn, helbestvanên mîna Cegerxwîn û yosiv  berazî û Tîrêj û Namî û paloû osman sebrî û di gelê qêrîn û dengên van hunermendan mîna Mihemed Şêxo û Aram û Abdo ilanê û Ciwan Haco û Şevger û Hikmet Cemîl û Cemîl Horo Ev tevde tekuşerê bihara kurdî bûn , heya ku ew buhar di 12.3.2012 bo serhildan û berxwedanek mezin dijî rêjîma ASSAD , gelê me ew sînorên tirsê şikand u 50 kurd şehîd bûn, lê mixabin Areb ranebûn li dijî rêjîma Assad , bi serde van Areban ji oldarê wan heya bi rewşenbîrên wan tevde digotin kurd veqetandin u parêabûna xaka Surî dixwazin, van kesan li şûn serî bilind bikin dijî rêjîma assad serê ber bi jêr xistin u xwe pîs kirin, bi serde hinek aşîretên Areban zilamê xwe bi çek û silah kirin ku şerê kurdan bikin,

Niha ev buhara Arebî peyde bû li nav welatê Araban û weku ku diyar û hişkere bûye ku islamîyan deselat kirin destên xwe de li Tunis û li Lîbîya û va li Misrê jî û her weha diyare wê misilman li Suriyê jî werin ser deselatê , başa wilqas sal ji wêrankirinê û ji dektatorîyetê û çewsandina mafê kêmnetawan gelo ev kêm netaw wê qebûl bikin ku dîse 50 salî dî bikevin bin destê hokomdarîya islamîyan de ?????

Helbet em weku kurdên rojavayê kurdistan me dikarîya bilez xwe nêzîkî hev bikin û divê em sipasîya serokatî û hikumeta herêma kurdistan bikin ku wana destê tevgera rojavayê kurdistan girt u 2 konferans li Hawlêrê jimere li darxistin û xwestin ku em bilez ancumeneke kurdî ava bikin, di 16.10.2011 ancumena niştîmanî kurd li qamişlo hate damazerandin û 15 partiyên kurdi u bihtir ji 20 rêzbendên xurtan jî darbasî navê bûn, em dikarin bêjin ku PYd bi tenya li dervî maya û Pyd ji xwere Ancumenek ava kirîye u xwesteka idara civatî zatî ji bajaran re dixwaze, li ancûmena niştimanî kurdî li Suriyê xwesteka xwe zelal kir :

1.    Em mafê çaranus dixwazin li suri û La merkezîeta deselatê , û ku kurd şirîk bin u xisûsîyeta kurd weku netawa duyamîn di destûra surî de were tesbît kirin ji ber kurd bi hijmara xwe 17% di Suri de, weku gelekî ku ser xaka xwe ya dîrokî ye,, divê di hêrêma xwe de xudan hokmekî atunomî be yan jî fedralî ,
2.    Beryar girtin ku sestema  dewleta nû bibe *ilmani * şirîkatî û Ol were veqetandinji deselata dewletê u jin mafê xwe wergerê bi temamî di civak u komel u siyasetê de u hemû rengê tûnd û zagon ser rabin.

Diyare dûr bûnek û pir nakûkî hene û peywestî bi çaraserîye heye, kêmnetawên di Suriyê de di hundurê vê şoreşa Suriyê de pir ser mafê xwe ditirsin, kuştin li ser nasnamê dibe û şerekî navxweyê destpêkirîye û Alawî û islamî bi 10 hezaran ji hev dikujin li doruberê idlib û Homis û Laziqiyê û Hemayê û ew navçe bûye navça mirinê , rêjîma dektaror ya  assad xwe amade dike ku wê deverê vala bike ji insanê wê u wan bajaran xirabike de bikaribe ilana dewleta Alawî bike,
 piştî van komkujîyan dujminîya Areb Sune u Alawîyan wê bi sedê salan dirêj bike u wê ji bîr nekin jî, ji ber Areb yan ji Sune u şîaa bi hezarên salan serê hev dibirin u jêdikin u ev bûye beşek ji kiltura wa, bawer dikim israîl u heya bi Europa û Emêrîka jî wê alîkarbin ku dewletek Alawî dorst bibel ê ev nej i buna çavê Beşar Assad , ev ji buna miletê Alawî were parastin ji komkojîyî u ji intîqamê, divê Beşar u çi destkujek werin bi dareve kirin u cezayê xwe bixun.

Dorstkirina dewleta alawî dibe sebeba parçabûna xaka Suryê , ev parçebûn dikeve feyda kurdan de û divê kurd jî xwe amade bikin bo dewleta xwe Fedral di Suriyê u xwe girêdin bi dewleta fedral ya başur ve.
Wê berê Surî bikeve şerêkî mezin de u wê bibe mina sudan u Somalê , ji kurdan tê xwestin ku yekîtîya xwe bikin u xwe bi hêz bikin u vê derfeta dîrokî ji destê xwe bernedin

Şevger

3.6.2012

[email protected]

Back to top button