Polîtîk

Helwesta YNK-ê ne diyar e

 
Parlamenterê Kerkûkê li parlamentoya Iraqê û ser bi YNK, Sîrwan Ehmed, diyar kir, parlamenterên YNK li parlamentoya Iraqê heta niha helwesta xwe li bara stendina baweriyê ji serokwezîr Nûrî Malikî diyar nekirine.

Sirwan AhmedSîrwan Ehmed, ji AKnewsê re got, heta niha me li ser proseya stendina baweriyê ji Malikî nekiriye û dê çend rojên din helwesta xwe li hember vê bûyerê diyar bikin.

Ehmed, diyar kir, divê kurd li hember vê yekê xwedanê yek helwest be ji ber ku çarenûsa me hemûyan bi hev re girêdayî ye û hemû aliyên kurd divê bi hev re biryar bidin, çi YNK çi PDK û çi aliyên din.

Tê zanîn, tevgera Sedir, lîsteya Iraqiye û kurd di wê baweriyê de ne serokwezîrê Iraqê, çavkaniya hemû arîşe û aloziyên niha yên welêt e, lewre çend roj e dest bi kampanya komkirina îmze bo stendina baweriyê ji Malikî kirine.

Tê gotin, heta niha îmzeyên pêwîst bo stendina baweriyê ji Malikî hatiye komkirin û niha li benda helwesta serokkomar Celal Talebanî ne.

Back to top button