Civak

Li Hemrîn gorên komkujî digerin

Roja 03.06.2012ê Perwîn Nurî bi nûneratiya wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan hevrê digel cîgirê waliyê Tikrîtê (Selahedîn), endamên civata wîlayeta Tikrîtê, qaymeqamê Doz û nûnerên rêxistinên parastrina mafê qurbaniyên enfalan degel şahidekê biçavdîtî serdana çiyayê Hemrîn kir daku, li gor gotinên şahidê biçavdîtî gorên bi kom yên anfalkiriyan li çpyayê hemrînê destnîşan bikin.

Perwîn Nurî rêvebiragiştî li wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan û seroka dosyeya gorên bi kom li wezaretê, li dor serdana xwe bo çiyayê Hemrînê got:

– Me, weke wezareta karûbarên şehîd û enfalkirina bi wezîfeya xwe zanî ku, dûvçûnê li ser gotinên wan şahidên biçavdîtî yên ku behsa hebûna gorên bi kom li çiyayê Hemrînê dikin, bikîn. Çend şahidan ku bi cavên xwe dîtiye e magdar kirine ku, li çiyayê Hemrînê gorên bi kom hene. Me jî, jibona ku em ji gotinên wan pişt ras bin, îro, me serdana vê deverê kir. Di çend heftiyên bê de em dê pişkinîna wan cîyan yên ku şahid behis dikin, bikîn.
– Xebatên me hemû ji bo hindê ku em wan gorên bi kom eşkere bikin, bokol in û termên wan yên pîroz bo cîyên wan yên eslî vegihêz in.

Di meha adara borî de, wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan bi hevkarî digel wezareta mafê mirov a hikûmeta Îraqê termên 159 qurbaniyên enfalan ji gorên bi kom ji çiyayê hemrînê deranînbûn.

Back to top button