Civak

Xwewnek ber bi rastiyê ve Dalkurd

 
Gelo spor dikare ciwanan ji nav karên krîmînel derx e û bibe dîwarek di navbera xort û kiryarên çetewarî de?
Erê, lîstikvanê jêhatî û hezkirî yê Dalkurdê Brwa Nouri dibêje ew bi xêra futbolê hem ji nav jîyana bi teşqele û pevçûn derket hem jî bû sporvanekî bi disiplîn.

Brwa Nourî

Yek ji lîstikvanên Dalkurdê yê herî jêhatî û navdar ku di nav alîgirên taxim de hezkirî ye Brwa Nourî  yê bi van gotinan behsa jîyana xwe ya salên 2006,7 û 8ê dike. Hingî ew li Stockholmê di nav jîyaneke bêserûber û xerab de ye.
Lê ev jîyana ku Brwa di nav de ye ne tenê ji bo ciwanên li Stockholmê derbas dibe. 200km li bakurê Stockholmê li herêma Dalarna jî rewş ne ronak e. Li vê derdora hejmarek berbiçav ya kurdan dijîn.

Meyla ciwanan ya rêyên xerab salmezinan ditirsîne. Dêûbav ji bo pêşeroja zarokên xwe bi fikar in û li çareserîyan digerin. Aha di vî çaxê nehêvîdêr de, di sala 2004ê de Ramazan Kizil bi çend kesên din re klûba Dalkurdê ava dikin. Û ew hem xortan ji nû fêrdikin hem jî çavên xwe li ciwanên  bi potensîyal digerînin.

Di 2005ê de tîpa futbolê ya Dalkurd dest bi lîstikê dike û ew serkeftinên ku heta hingî li Swêdê nehatine dîtin bidest dixe.  
Di nav şeş salan de Dalkurd şeş lîgan tê jor. Û halê hazir Dalkurd di lîga yekê, di Division1 de dilîze. Bi serkeftinan re çapemenîya Swêdê jî baldarîyek mezin nîşan dide û li Swêdê gişt Dalkurd dibe behs. Sirê vê serkeftinê dibêje serokê klûba Dalkurdê Ramazan Kizil nêzîkbûna wan ya ciwanan e.
Berpirsî chapemenîyê yê polîsê Dalarna Stefan Dangardt îsnîyatîfa Dalkurdê pir bash dibîne û li gor wî mijûlbûna bi sporê re tesîreke berbichav li lawazbûna karê krîmînel dike.  

Niha didu ji wan taximên qîzan deh taximên klûba Dalkurdê hene. Bi giştî derdorê 250 ciwanî di nav klûbê de çalak in û li gor Ramazan Kizil xurtbûna Dalkurd û elaqeya ciwanan ya ji bo sporê komên tawanbar û krîmînel li herêmê lawaz kirine.
Vê dawîyê Dalkurdê dest bi hevkarîya bi hin dibistanan re kirîye. Ciwanên wan diçin û li dibistanan destekê didine şagirtan.

Ramazan Kizil

Bi raya Ramazan Kizil eger Dalkurdê hin destek ji meqamên resmî werbigirta ew ê karîba karê xwe berfirehtir bikira û xwe bigihanda bêhtir ciwanan. Ji vî alî ve Kizil di qezenckirina ciwanan de karê Dalkurdê têr nabîne, lê dîsa jî li gor wî di hin pêşketinên ku li bajarê wan xuya dikin de rola Dalkurdê mezin e.
Dema ciwan ji karên krîmînel derbasî jîyaneke biserûber û hêvîdêr dibin belkî yên ku herî zêde kêfxweş dibin dêûbav in dibêje Brwa Nouri.

 

Dalkurd:

Klûba Dalkurd di 2004ê de hate avakirin.
Çar salan ser hev lîga di rêza yekê de qedand.
Niha di Division1 ya Swêdê de dilîze
Didu jê yên qîzan, heşt yên xortan deh taximên klûbê hene.
Bi giştî 250 lîstikvanên Dalkurd hene.

Dalkurd di 2008ê de xelata kurdê salê wergirt.

Amadekar:Beşir Kavak

(Zayele)

 

 

Back to top button