Civak

Li Enqerê bûyerek dilsoj

 

Li navbera Enqere û Konyayê, li mewqîya Kulu Makasê qezayeke tarfîkê pêk hat. Mînîbuseke ku rêwiyê wê semazenbûne û li Wanê bi balafirê hatine Enqerê û derbasî Konyayê dibûn û trimbêleke ku ji dawetê dihat û vedigeriya Enqerê li hev qelibîn. 

Bûyer li ser rêya Konya û Enqereyê, kîlometreya 80 î de qewimîye. Di trimbêlê de hemû kes mirine û heman jî ji malbatekê bûne. Di mînîbusa semazenan de jî semazenekî jiyana xwe ji dest daye. 

Bûyer, ji ber lezgîniyê û bêbaldariyê pêk hatiye. Birîndar rakirine nexweşxanên li Enqerê û xistine bin dermankirinê.

Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn:

Yusuf çevik (63)

Fatma Çevik (79),

Kızey Çevik (61)

Merve Gul

Esra Gul

Murat Gul (34)

Sibel Gul (31)

Emer Güu (11)

 

Back to top button