Nivîsar

Siyaseta PKK liyên şermok!

Ji roja roj de heta niha heyina PKKê li başûrê Kurdistanê bûye babetek bingehîn ê gotubêja. Ji dema Sedam Huseyin li ser desthilatê hetta wek vê gavê heyina PKKê li Iraq û başûrê Kurdistanê bi awayên cuda tê nirxandin. Ji bo vê yekê jî helwesta aliyên siyasî di vê derbarê de gelekî girîng e. Lê mixabin li bakurê Kurdistanê piraniya aliyên siyasî û siyasetmedar gelekî xwe nêzikî vê mijarê nakin . Sedema vê ya esasî naxwazin PKKê û siyaseta PKKê rexne bikin. Yan jî bi awayekî li himber kiryarên xelet yên ku PKK dike zû bi zû nabin xwedî helwest.

Ji Xwe hewce nake ku mirov behsa rewşa PKKê li başûrê Kurdistanê bike, ji ber ku herkesek dizanê tevgera PKKê li baûêrê Kurdistanê çeweye û çi dike.

Lê heyina wan li xaka başûrê Kurdistanê bûye pirsgirêkek mezin. Hêdî ne aliyên siyasî xelkê herêmê jî li dijê heyîna PKKê li başûrê Kurdistanê ye.

Sedemê bingehîn kewe ku, sedema heyîna artêşa Tirkiye li başûrê Kurdistanê PKK ye. PKK gelek bi zanebên li gel dewleta kûr  berê Tirka dide başûrê Kurdistanê. Herkesek jî dizane ku ev bi projeyek gelek bi zîz tê rêvebirin.

Herkes dizanê ku, beşek mezin li başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriya PKKê de ye. Bi sedan gundên kurda hatin valekirin.Xelkê deverê ji bo kiryarên PKKê û dewleta Tirk hatin di welatê Xwe de koçber bûn, bi dehê hezaran nişteciyên gunda koçî bajara kirin û terka mal ê erdê xwe kirin. PKK li deverê bac ji xelkê û kaçaxçiyan werdigirt, berpirsên PKKê li gel genaralên tirk li deverê kaçaxî dikiran û şirikatiya hev dikiran. Ev tişt hemû têne zanîn. Yên ku nizanin naxwazin rastiya heyî bibînin.

Niha cihê ku artêşa Tirkan baregehên xwe lê çêkirîn,hemû baregehên PKKê yên berê bûn. Heta gelek cihan PKKê bi xwe bê ku fîşekekî biteqînin baregehên xwe radestî artêşa Tirkan kirin.

Ji berî çendekî dema operasyona Tirkiye hêzên Pêşmerge ji çekdarên PKKê daxwaz kirin ku, baregehê xwe radestî pêşmergeyan bike. Lê wan red kir û roja din baregeyên wan de leşkerên tirk bê ku şer bikin cih bûn. Xelkê deverê bi alayên Kurdistanê hatina arteşa Tirk protesto kir.

Ji aliyek din ve herkes rewşa PKKê li devera Şingalê dizane. Bi dehên cara berpirsên PKKê dane xûyakirin ku; eger ne ji wan bûya Iraqê tu cara nikariya bikeve Şingalê de. Dema Şingal ji destê teroristên DAÎŞê hatî rizgarkirin, çekdarên PKK fîşekek neteqandin, lê bi propagande û dezenfarmasyona  li azadkirina Şingalê xwedî derketin.

Niha jî çekdarên PKKê girêdayî milisên Heşda Şeibî tevdigerin û mûçeyên xwe jî ji hukumeta Iraqê werdigirin. Wek din  nahêlin ku, Şingal bikeve ser Herêma Kurdistanê.

Bi hezaran belge mirov dikare kiryarên PKKê yên rûsva li dijê Kurdistanê û destkeftiyên netewî eşkere bike. Lê feyde nake ,PKK her bi derewan propagandeyê dike  û taybetî hinek aliyên siyasî û PKKliyên şermok ji wan Bawer dikin.

Ji aliyek din ve û ya herî girîng PKK li başûrê Kurdistanê di rêya dewletbûna Kurdan de astenga herî mezine. Mixabin vê astengiyê bi navê Kurdeyatiyê dike. 

Li bakurê Kurdistanê gelek siyasetmedar û aliyên siyasî rastiya PKKê û tiştên ku behsê hatîn kirin dizanin. Lê tu carî vê yekê rexne nakin. Kes napirse, Gelo çi karê PKKê li başûrê Kurdistanê heye? Armanca wan çiye?

Ew her demî behsa xiyaneta PDKê dikin. Eger PDK li Diyarbekir, Sêrtê,Şirnex yan jî her deverekî li bakurê Kurdistanê şerê PKKê bike ev dibe sedemek Mirov PDK bi tundî rexne bike. Lê gelo ji bo çi kesek nikare,naxwaze yan jî newêre behsa heyina PKKê li başûrê Kurdistanê bike?

Rexnekirina PDKê hesaniye, ji ber ku ji bo ku têne rexnekirin kesekî nakujin. Lê ya PKKê ne hesaniye ji ber ku bedelê rexnekirina wan heye. Ji ber ku ditirsin ditirsin. Niha li bakurê Kurdistanê siyasetmedarên ku PKKê rexne dikin hijmara wan ji tiliyê destan nabûre. Ev ne ji xwe de ye.

Siyasetmedarek bi kesayet, gerek çavê xwe ji rastiyê negire. Siyasetmedarek wêrek divê bikaribe behsa çewtitîyên têne kirin bike.

Gelek kes dema raste rast naxwazin PDKê rexne bikin jî , di bin navek din de tiştên ku hinek dezgehên giradi PKKê tekrar dikin. Dema tê axavtinê jî dibêjin, ne em dibêjin lê aliyên din behsa vê yekê dike.

Ya herî girîng ewên ku dewletbûna Kurda diparêzin, gerek behsa astêngên rêya dewletbûnê de bikin. Eger newêrin bikin bila bê deng bin behsa dewletbûnê nekin,bila xwe ji bo berjewendiyên rojane newestînin.

Îro şerê PKK li dijê PDKê şerê dijitiya dewletbûna Kurdan e.

Vekirî problema mezin di nava piraniya siyasetmedarên bakurê Kurdistanê de sempatiya veşartî ya PKKê ye. Ev yek ne ji baweriye ji bo berjewendiyên rojane ne. 

Gelek cara mirov behsa kompleksa siyasetmedarên başûrê Kurdistanê di derbarê PKKê de dike, lê rastî ev yek ji kompleksa weşartî ya hinek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên bakurê Kurdistanê tê pêş.

Niha herin li bakurê Kurdistanê berpirs û endamên piraniya rêxistina bipirsin: Gelo PKK li Şingalê çi dike ? Çewe tevdigere? Ji bo çi naxwaze Şingal bikeve ser herêma Kurdistanê?

Berdewam hinek pirsên din bikin, wek: PKK li başûrê Kurdistanê çi dike? Armanca wan çiye? Ji bo çi kaşo şerê xwe û Tirkan biriye başur? Ji bo çi rêzê li desthilata herêma Kurdistanê nagire? Ji bo çi şerê pêşmergeyan dike? Ji bo çi dijê dewletbûna Kurda ye?

Ihtimalek mezin di gotubêjên taybet de hemû dê siyaseta PKKê bi awayekî rexne bikin û bersivekî van pirsan jî bidin. Lê eşkere li ber çavê Raya Giştî deng nakin. Kaşo li gora xwe siyasetê dikin.

Di vê helwesta piraniya siyasetmedarên bakurê Kurdistanê ya çewt a dûrû de kêmasiyên PDKê tuneye? Ev jî babetek din e.

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button