Nivîsar

Siyaseta Kurdistanê guhertinê li hevpeymaniya navçeyê de dirust kir

Rojnameya The New York Times: Siyaseta nefta Herêma Kurdistanê guhertinê li hevpeymaniya navçeyê de dirust kir

Peymana warê uze û peywendiya bi hêza di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiye li medya ya cîhanê da dengveda. Rojnameya The New York Times a Amerîkî nivîsiye, dehan milyon Kurd li Iraq, Suriye, Tirkiye û Îranê de dijîn û eve çendîn sale ji bo gihîştina mafên xwe xebatê dikin. Niha jî pêvajoyeke taybet li rojhilata navîn de pêkhatiye û berpirsên Kurd hengavên wêrekane berev serbixweyî davêjin.

Neft dikarê roleke mezin li serbixweyî ya Kurdistanê de bibîne, ji ber ku şandina derveya neft tê wê wateyê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê birekî zêdeyê pere dest dikevê. Eger hat û dijayetîkirina Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve gihîşte wê xalê jî ku beşa budçeya Herêma Kurdistanê bibrê, eve tu kêşeyekî wiha ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dirust nabê. Wate şandina derveya neftê dibê sedema wê yekê Herêma Kurdistanê li warê aborî jî de serbixweyiyê bi dest bênê. 

Endamê Lîjneya Neft û Gaz li Parlemena Iraqê Qasim Mîşxatî bi rojnameya “The New York Times” ragihand, Herêma Kurdistanê li warê neftê ve cîheke gelek dewlemende û berpirsiyariya Hikûmeta Herêmê jî vê neftê dişîne bazarên derve. Her wiha got: “Kurdistan dixwaze dahata neteweyî zêdetir bike bo ku tevahiya Iraqiyan bi awayeke baştir bijîn û xizmetguzariyên zêdetir ji bo wan dabîn bikin”. 

Back to top button