Kurdistanê nekin qurbana siyaseta şaş ya DAIŞ û PYDê

Name ya vekirî ji bo Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Rêzdar Ehmed Cerba
Hûn jî baş dizanin Grûpa bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ser bi rêxistina el-Qaîde ve ye û Rejîma Sûrîyê bo xwe saz kirê.
Dixwaze bi darê zorê bîr û baweriyên xwe yên tund li ser civaka Sûriyê ferz dike û biryar daye hemû navçeyên di bin kontrola PYDê de li Rojava Kurdistanê dorpêç bike û nehêlin Alîkarî xwarin, sûtemenî û derman derbasî wan navçeyan bibin ,her kes baş dizane Xelkê Rojava piranî ne ligel PYD ne, êdî nabe xelkê Rojava Kurdistanê qûrbana Siyasetên PYD ê û DAÎŞ ê bikin.
Îro Gel di wextêkî halo nazik de ku pêwîstî bi yekîtî, biratî heye ji bo nakokî di nava kurd û Opozîsyona Sûriyê de çênebin, êdî nabe tiştên wisa rûbidin.
Ligel rêza me û hêviya serkevtinê
3/12/2013
Tevgera Şoreşgerên Araratê