Polîtîk

Japonî wê alîkariya penaberên Kurdên Rojava bikin

Îro çarşem 04/12/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Masato Takewaka Balyozê Japon li Iraqa Federal kir.

Di destpêka hevdîtinê de Masato Tekewaka Balyozê Japon li Iraq ji bo pêşwazîkirinê spasiya birêz Mesûd ‏Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku li cem welatê wan aramiya rewşa emnî ya Herêma Kurdistanê girînge û cihê behskirinê ye.‏

Li beşekî dinê hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqê behsa ewe kir ku li rêya kerta taybet ve şeraketekî bi hêza aborî heye li navbera Japon û Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ev şeraket bibê sedema pêşxistina peywendiyên her dû aliyan, ji ber ku Japon girîngiyekî ‏zêde bi rewşa aştî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dide û li ser vê bingehê jî dixwazê peywendiyên xwe bi hêztir bike.‏

Balyozê Japon li Iraqê mebesta serdana xwe ya Herêma Kurdistanê vegerand li ser wê yekê ku ew hatine hevkarî û alîkariyê bibexşin koçberên Rojavayê Kurdistanê û heman demî de spasiya Herêma Kurdistanê ya li hevkarîkirina koçberan kir û got: “We erkekî giran bi cîh kiriye beramber van koçberan û em jî dixwazîn hevkariya we bikîn”.‏

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina Balyozê Japon li Iraq, tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Japonya ‏kir û rola welatê Japonya li qada navneteweyî de bi girîng wesif kir.‏

Back to top button