Polîtîk

Kuwêt li Kurdistanê konsolxaneya xwe vedike

Îro çarşem 04/12/2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Xesan Yusif Ebdulbarî El Zuwawî Balyozê nû yê Kuwêt li Iraq kir.‏

Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Kuwêt li Iraq Xesan Ebdulbarî silavên Mîrê Kuwêtî bi Serokê Herêma Kurdistanê gihand û balkişand li ser wê yekê ku welatê wan hêvîdare ev serdan û peywendî berdewam bibê. Balyozê Kuwêt li Iraqê sersamiya xwe ‏beramber pêşketin û rewşa aramî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê de nîşanda. Li beşekî dinê hevdîtinê de Xesan Ebdulbarî balkişand li ser wê yekê ku welatê wan bi rêzve temaşa rola birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Iraq û herêmê de dike û tekez li ser ewe kî kir ku niha Herêma Kurdistanê û ezmûna wê hêviyeke ji bo ‏hemû Iraqê.‏

Balyozê Kuwêt di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe de balkişand li ser wê yekê derfetekî mezin heye bo wê yekê ku peywendiyên xwe pêşbixin û li vî warî de jî hewl didin bi zûtirîn demî Konsolgeriya Kuwêt li Herêma Kurdistanê vekin û bibê kanalekî bi hêza peywendiyên me.‏

Li beranberda Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê nû yê Kuwêt li Iraq, balkişand li ser wê yekê ku welatê Kuwêt pêgehekî girîng li cem Kurd heye û ‏amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina peywendiyên her dû aliyan nîşan da.‏

Back to top button