Siyaseta Amerika li Afganistanê li Iraqê jî rû dide?
Amerika bi biryarekî hêzên xwe ji Afxanistanê vekişandin û desthilat ket di destê tevgera Taliban de.Vekişandina Amerikayê ji berî salekî kifş bû. Amerikayê hinek hevdîtin li gel Talibana pêkanîn û biryar dabûn ku dawiya sala 2021ê ji Afganistanê vekişin. Ev siyaseta Amerikayê ye û li gora berjewendiyên xwe biryarek wergirtin.
Li gora agahdariyan û medya cihanî ji bilî hêzên Amerika û NATOyê , artêşa Afganistanê 300.000 bû. Herweha dibêjin hêjmara çekdarên taliban 75. 000 dihata texmin kirin. Eger li welatekî de arteşek 300 hezar kes û xwediyê çekên giran û modern nikaribe li himber 75 hezarî xwe biparêze,gelo gazind ji Amerikayê çiye? Amerika li gora berjewendiyên xwe tevdigere. Lê desthilata Afganistan tu cara nefikirî ku, eger rojekî Amerika û hevalbendên wan Afganistan terk bikin dê çewe welatê xwe biparêzin.
Ev yek îro li Afganistanê bû, lê sibehî li Iraqê û Suriye jî heman tişt dikare rûbide. Dema Amerika ji Iraqê vekişe, gelo wê terka Kurdistanê jî bike yan na? ev pirs di nava desthilata Kurdistanê de babetê gotubêjê ye. Eger Amerika xwe ji Iraq û Kurdistanê jî vekişe , dê Kurd çi bikin?
Tişta ku tê zanîn Amerika wek ji Afganistanê vekişayî ji Iraq û Kurdistanê venakişe. Amerika hêzên xwe yên şerker vedikişîne . Lê wek din dimîne û her êrîşek li himber wan çêbibe di cih de ji hinek welatên cîran bersiva wan bide.
Ji aliyek din rewşa kurda cudaye. eger di nava kurdan de xiyanetek dest nede, hukumeta herêma Kurdistanê xwedî wê hêzêye ku bikaribe xwe li himber êrîşên ku rû bide biparêze. Ji bo vê yekê jî yekrêziya aliyên siyasî li Kurdistanê gelek girîng e.
Mirov dikare bêje ku, dema piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, Iraqê bi hemû hêza xwe bi pişgiriya Îranê êrîşê Kurdistanê kir. Di nava Kurdan de gurubên xiyanet kirin derketin û pişgiriya Iraqê kirin. Lê tenê heza PDKê karî parastina Kurdistanê bike û xelkê Kurd biparêze. Eger xiyaneta 16ê Oktoberê çênebûya , artêşa Iraqê tevî milisên Şîe nikarina gavekî li Kurdistanê pêşbikevin.
Îro rewş cudaye, xiyanet hatiye teşhir kirin,yekrêziyek di nava aliyên Kurdistanî de heye. aliyên siyasî hêzên xwe têxin di bin teserufa hukumeta Kurdistanê de. Hêzek niştimanî desthilatiya Kurdistanê ve girêdayî çêdibe. Amerika ji Kurdistanê bi temamî venakişe û bingehên xwe ranakin. Ji ber ku cihê ji bo wan ewlehiya wan heyî, tenê Kurdistan e.
Eger Amerika ji başûrê Kurdistanê derkevin dê mecbûr be terka Suriye û rojavayê Kurdistanê jî bikin. Amerika hemû operasyona Suriye û rojavayê Kurdistanê li Hewlêr rêve dibe. Tişta hatî serê Afgana dikare bê serê Iraqiya jî. Lê heman tişt kêmasî di vê qonaxê de nayê serê Kurda. Dixweyê başûrê Kurdistanê desthilata Kurdistanê di vî warî de dizane dê çi bibe û li gora wê jî tevdigere.
Nûçe/Analîz