CivakRojev

Serokwezîrê Iraqê serdana Şingalê kir

Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî îro bi serdaneke çaverênekirî gihîşt Şingalê û serdana gundê Koço kir.

Mistefa Kazimî bi helîkoptereke leşkerî di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de gihîşt gundê Koço yê li navçeya Şingalê û ji aliyê rayedarên leşkerî û îdarî yên navçeyê ve hat pêşwazîkirin.

Herwiha hejmarek ji malbatên qurbaniyên Kurdên Êzdî di pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê de amade bûn.

Kazimî li Koço serdana dibistan û goristana gund kir. Gundê Koço li qezaya Şingalê ji ber komkujiya ku DAIŞê di Tebaxa 2014an de li wî gundî li hember Kurdên Êzdî pêkanîbû, tê naskirin. Koço, herwiha gundê keça Êzdî ya rizgarbûya ji destê DAIŞê Nadiya Murad, wergira Xelata Nobel a Aştiyê û Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekgirtî ye.

Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de bo medyayê ku Tora Medyayî ya Rûdawê jî amade bû, behsa rewşa Şingalê kir û ragihand, Şingal wek cihê karesatan tê naskirin, lê Şingal bû cihê komkirina hemû aliyên Iraqî.

Mistefa Kazimî diyar kir, ew wek hikûemta Iraqê dê di hewldanên xwe yên ji bo rigzarkirina keç û jinên Kurdên Êzdî berdewam bin û tevahiya kesên revandî rizgar bikin û vegerînin welat.

Kazimî amaje bi rêkeftina Şingalê jî kir û destnîşan kir, tevî ku hinek alî rêgirî û astengiyan li pêşiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê çê dikin, lê ew dê rêkeftina Şingalê cîbicî bikin.

Beriya serdana Kazimî ya bo Şingalê, firokeyeke Tirkiyê îro êrişî navçeya Şingalê kir ku di êrişê de otomobîlek hat armanckirin û di encamê de berpirsekî YBŞê hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê, Mistefa Kazimî îro tevî şandeke hikûemtê îro Duşemê 16ê Tebaxê, bi armanca ji nêzîk ve şopandina rewşê serdana parêzgeha Mûsilê kir û li avahiya parêzgariyê serpireştiya civîna Encûmena Wezîran kir.

Jêder:Rudaw

Back to top button