Li Tirkiye gurubên nijadperest taybetî li cihên wek devera Antalya di rêyan de kontrola nasnameya dikin û êrîşê kurdan dikin. Ev yek gelek cara rûdaye û piştî şewata daristana li devera behra Sipî roj bi roj zêdetir dibin. Gurubên vê yekê dikin piranî girêdayê MHPêne û li hinek cihan de çavderiya polisan de vê yekê dikin.

Ev helwest û çavnokandina hukumetê ji van bûyeran re dikare pêşerojê de bibe sedemê hinek şerên civakî û bighe astekî hêdî hukumet jî nikaribe rê lê bigre. Li himber vê helwesta nijadperestên Tirk li deverên Kurdistanê jî hinek dikarin bertekî bi vî awayî nîşan bidin û ev yek rastiya xwe de dibe sedemê karasatek civakî.

Di vê derbarê de gerek aliyên siyasî yên kurda bala hukumetê bikşînin. Tenê şermezarkirina van bûyera têrê nake.

Herî dawî Kepez a girêdayî Antalyayê gurubên nijadperest xalek konrolê danin û êrîşê hemwelatiyek kurd kirin.

Erhan sevîm bi weseyata xwe li Kepezê vedigeriya mala xwe.Di rê de gurubekî ew sekinandin û pirsa nasnameya wî kirin. Erhan Sevim(45) ji wan dipirse : Ma hun polisin lê ew Sevim ji weseyetê tînin xwar û lê didin. Erhan Sevim ji Adiyamanê ye û li devera Antalya nişteciye.

Di derbarê bûyerê de Sevim dibêje: Ez anim xwar û li min dan,heqaret li min kirin û digotin ”kurdên pîs ji van dera herin heyne emê we bişewitînin”Hevjîna min da ber qira û qaziya arikariyê kir. Du weseyet li me sekin û ewin li min dayin revîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: