PolîtîkRojev

PDKS pîrozbahî li PDKê kir

Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi boneya 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demorkrat a Kurdistan (PDK) û jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Komîta Navendî ya PDK-Sê di peyama xwe de got, “Bi vê helkefta pîroz ya 75 saliya jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî û PDKê, em germitirîn pîrozbahî bi navê serkirde û endamên PDK-Sê arastî we dikin.”

PDK-Sê da zanîn ku: “Xebata partiya we, beşeke sereke û girîng e ji dîroka gelê kurd di serdema nû de ye, herweha stêrkeke geş e, ji tekoşîna Barzaniyê nemir e ku navbûrî ew partî li ser bingeheke rast û dirust damezrand û bi keda Pêşmergeyên leheng, qehremanî û xebata xwe di xizmeta Kurdistanê bo cîbicîkirina azadî û serxwebûnê berdewam kir.

PDK-Sê got: “Em weke PDK-Sê di demekê de, bi hêvî ne bêtir hemahengî bi partiya we re bikin, di heman demê de baweriya me mezin e ku PDKê piştevanê herî baş ji gelê Sûriyê û gelê Rojavayê Kurdistanê re be, bi taybet niha Sûriyê di qeyran, êş û azaran re derbas dibe.”

Di dawiya peyama xwe de PDK-Sê careke din pîrozbahî ji Serok Mesûd Barzanî û endam û alîgirên partî re şandin û soz da ku li ser rêbaza Barzaniyê nemir kar û xebata xwe ta pêşketin û azadî berdewam bike.

Back to top button