Sîstema edaleta Kurdistanê roj bi roj baştir dibe
Reuf Reşîd wezîrê edaletê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi Jon Cengîz sefîrê Berîtaniyayê yê li Îraqê re civiya û hijmareke pirsên aktuel di rojeva Îraqê û herêma Kurdistanê de minaqeşekirin.
Sefîrê Berîtaniyayê hêvîkir ku hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, birayare di heftê adarê de bê kirin, di atmosferekî azad û aram da birêve biçin û wî got ku ew hilbijartin nîşana demkratîzekirina Îraqa federe ye.
Paşî di civînê de behsa sîstema qanûn û edaleta herêma Kurdistanê hat nirxandin û di vî warî de wezîrê edaleta herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re got ku sîstema qanûn û edaleta Kurdistanê roj bo roj ber bi pêşve diçe ûbaştir dibe û got: ”Li herêma Kurdistanê berdewam qanûn di bin çavan re tê derbes kirin û her dema pêwîste be qanûn li gor tên serast kirin ku di xizmeta mafê mirovî û civaka medenî de be.