Polîtîk

Saleh bi advokatên Kurdistanê re civiya.

Hewlêr – Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi serok û endamên sendîkaya advokatên Kurdistanê re civiya.

Di civînê de, serokê hikûmetê guhdariya daxaz, pêşniyar û pirsgirêkên sandîkaya advokatan kir. Sandîkaya advokatan daxaz ji hikûmetê kir û zêdetir alîkariya wan bê kirin ji ber ku niha sandîkaya wan berfireh bûye û ofîsên wê li tevaya bajaran hene.

Her di civînê de behsa mekanîzmekê hat kirin ji bona bilindkirina sewiya zaniyariyên advokatan li dor qanûn û alîkariya di navbera wan û kolêjên qanûnê de hat kirin.

Serokê hikûmetê di gotarekê de daxaz ji advokatên Kurdistanê kir ku beşdarîyê di pirojeyên çakasazî û reformên îdarî yên hikûmeta herêma Kurdistan de bikin.

Her di heman rojê de Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li avahiya civata wezîran pêşwazî li yekêtiya belênderên Kurdistanê kir.

Di dîdarekê de behsa aktîvkirina warê belênderiyê û rêxweşkirin li pêşiya kompaniyên xomalî hat kirin.

Back to top button