Polîtîk

Serokê Parlementoya Kurdistanê li gel sefîrê Britanya civiya

Serokê parlementoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî da xuyakirin, ku hebûna hêzên pêşmerge li deverên arêşedarên nava Iraqê qanûnî ye û da xuyakirin, ku hukûmeta Iraqê girêdayî destûra Iraqê be û wê bi cih bihîne. Kemal Kerkûkî got, ku serkevtina hilbijartinên parliyamenta Iraqê jî, serkevtina gelên Iraqê û demokratîxwazan e.

Di derbarê pirsên hilawîstîyên navbera Iraqê û herêma kurdistanê jî de Kemal Kerkûkî got: Emê dê bi hemû awayan pîkolan bikin, da ku peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û Baxdadê baş bin.

Kemal Kerkûkî tekezî li ser bi cihanîna maddeya 140 jî kir, da ku xelkên Kerkûkê û deverên arêşedarên din, bê girift û arêşe bijîn. Weha jî got, ku gerek xelkên van deveran bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Di derbarê hêzên pêşmerge de yên ku li deverên arêşedar belav dibin jî Kemal Kerkûkî got: Hêzên pêşmerge li gora destûrê, herêma Kurdistanê diparêzin.Hebûna hêzên pêşmerge li deverên arêşedar jî, tiştekî qanûnî ye.

Di derbarê pirsa petrolê û gazê jî de serokê parliyamenta Kurdistanê got, ku dahatên petrolê û gaza Iraqê ji bo berjewendîya gelên Iraqê ne. Weha jî got, ku ew dahatên han dikevin xezîneya hukûmeta Iraqê de û paşê jî, bi ser hevwelatîyan de dihên dabeşkirin.

Serokê parliyamenta Kurdistanê Kemal Kerkûkî ev peyivîna xwe ya han, doh di dîdarekê de li gel balyozê Brîtaniya yê li Iraqê û konsulê giştîyê Brîtaniya yê li Hewlêrê pêşkêş kir.

Back to top button