Serokwezîrê Tirkiye: Ez her tiştekî bêjim Tirkiye nikare ragire
Enqere – Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan, îro li Nawenda Lêkolînên stratejîk yên navnetewî konferansek da. Erdogan di konferansê de behsa rolê Tirkiye û guhertinên çêdibin û di van guhertinan de giringiya Tirkiye kir. Li ser bûyera duhî li parlementoyê çêbûyî çend gotin kirin û behsa hinek pirsên din jî kirin. Erdogan di axaftina xwe de got: Gelek tişt hene ku mirov naxwaze behsê bike. Dema em behsa van tiştan bikin dê rojeva Tirkiye bête guhertin û Tirkiye nikare vê rastiyê ragire. Hinek tişt hene ku divê gotina wan li gora zeman bên. Ji berî sê salan, ji bo ku jina min sergirtî bû, me nekarî em herin nexweşxaneya leşkerî û serdana nexweşekî bikin. Ew nexweşxane bi pereyên vî miletî hatiye avakirin. Lê cardin min deng nekir ji bo ku tundî nekeve rojeva siyasetê de.
Eger hêja li Tirkiye muxalefet vê siyasetê baş dibîne û naxwaze tiştek bête guhertin û abokatiya wan dike ev gelekî balkêşe. Ez niha naxwazim hertiştekî bêjim. Lê eger min rojekî ji dev siyasetê berda belkî ez di bîrhatinên xwe de van bûyeran binîvîsim.