Parlementen MHP-ê erîşê Erdogan kirin
Enqere – Duhî êvarî parlementoya Tirkiye tevlîhev bû. Di dema civînekî de, parlementerê MHP-ê Osman Durmuş (wezîrê sihî yê demekî) gelek giran di derbarê Erdogan û jina wî de xeber da û herweha gotinên giran ji bo parlementerên Ak-Partiyê yên jin gotin. Li ser vê yekê serokwezîr Erdogan jo bo ku heqaret lê hatiye kirin û behsa jiyana wî ya taybet hatîye kirin, mafê xeberdanê girt da ku bersiva gotinên Osman Durmuş bide. Dema Erdogan xeber da û behsa MHP-ê û helwesta wan kir, carekî parlementerên MHP-ê , erîş birin ser Erdogan û li ber kursiyê ku Erdogan gotara xwe dibê je kom bûn. Ser vê yekê parlementerên Ak-Partiyê jî , ji bo Erdogan biparêzin rabûn û şer di nav parlementeran de derket û bi kulm û pehînan li hev ketin. Parlementerên BDP-ê û CHP-ê navçîtî kirin. Dema ev têkilhevî çêbû, televizyona parlementoyê weşana xwe sekinand. Di encam de hinek parlementer ji rûyên xwe birîndar bûn.
Parlementen MHP-ê erîşê Erdogan kirin
Parlementer bi kulm û pehînan li hev ketin