Polîtîk

Eşkerekirina budceyê nîşana şefafiya hikûmetê ye

Berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got ku eşkerekirina budceya herêma Kurdistanê beruya ku parlamento wê pesind bike, beşeke ji karên şefaf yên hikûmeta herêma Kurdistanê.

Kawe Mehmûd berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:

– Eşkrekirina budceya herêma Kurdistanê beriya ku parlamento wê pesind bike beşeke ji wê şefafiya hikûmeta herêma Kurdistanê di bernameyê xwe de peyrew dike. Ev yek tiştekê başe ku xelk li ser her tiştî agadar be, ev ne beşeke ji kampaniya hilibijartinê.

– Saleke din jî dê budce hebe û dê bê eşkere kirin, lê saleke din hilbijartin nabib, yên ku dibêjin eşkerekirina bidceyê piropagendeya hilbijartinan e, ew gotin ji rastiyê dûr in.

Piştî ku hindek aliyên siyasiyên Kurdistanê di mediya Kurdistanê de hikûmeta herêma Kurdistanê bi wê yekê tawan kir ku eşkerekirina budceya herêma Kurdistanê beşeke ji kampaniya hilbijartinan, berdefkê hikûmetê ew daxuyaniya li jor da.

Back to top button