Sînem Bedirxan: Birca Belek hat, Kurdistan jî têt
Sînem Bedirxan: “Birca Belek hat, Kurdistan jî têt!”
Di bernameya Bergeh a ASOsat TV de ya bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panelistên Bergehê-siyasetmedar Dara Bilek û nivîskar Keya Îzol bûyerên girîng ên hefteya derbasbûyî di derdora Pirsa Kurd li Tirkiye rûdayî de girtin destan, herweha rewşa vegera Qesra Birca Belek û derkeftina eskerên Tirkan ji Bircê nirxandin. Ji paytexta Kurdistana Federe – Hewlêrê, Mîra Kurd Sînem Bedirxan jî bi rêya telefonê beşdarî bernameya Bergeh bû û li ser rewşa Bedirxaniyan di dîroka Kurd de, li ser rewşa Bedirxaniyan a îro, Qesra Birca Belek û herweha projeya Vebûna Kurd jî dîtinên xwe anîn zimên. Sînem Bedirxan got ku: “Hêvîdar e jiyana wê dest bide ku azadiya beşê mezin a Kurdistana jî bibîne…”
Mîra Sînem Bedirxan diyarkir ku ” Birca Belek cîgahê kultur, huner, edebiyat û çand Kurd û Kurdistanê ye. Hêvîdar e ew carek din dê bibe navend a huner, kultur û çanda Kurd. Ji kurahiya dilê xwe dixwaze ku rojekê dê bikaribin termê Mîrê Kurd – Mîr Bedirxan jî bînin xaka welatê xwe, Birca xwe ya Belek. Birca Belek sembolek girîng Kurdan e û derkeftina eskeran jin Qesra Birca Belek tiştek dîrokî ye!…”
Li ser pirsên rojnamevan Batun, Mîra Sînem Bedirxan destnîşan kir ku ji wê re dilêşiyek mezin e gava dibîne çawa eslê Bedirxanî ber bi tewabûnê ve diçe. Ji wê re cîgahê xemê ye ku gelek Bedirxanî asîmîle bûn e, bûne Tirk, bûne Ereb ( di bersîvdana vê pirsê de Mîra Sînem Bedirxan gelek hîssî bû û giriya…)… Sînem Xan got ku: Kûrek rehmetî Mîr Dr. Cemşîd Bedirxan, bi navê Dr. Kurd li Elmanya dijî heye yê ku biryardar e gava xwendina xwe qedandî li Kurdistana azad bicîh bibe û xizmetî welat û neteweyê xwe bike. Herweha keça wê li Fransa dijî û kûrê wê li Dubai dimîn e. Her du jî xwedî rihek neteweyî Kurd din û piştgirê doza azadiya welatê xwe – Kurdistanê ne…
Mîra Sînem Bedirxan pêwendiya xwe li gel desthilata Kurd a Kurdistana azad gelek baş nirxand û bi taybetî spasiyên xwe arasteyî Birêz Nêçîrvan Barzanî – Serokwezîrê berê yê Kurdistanê û cîgirê Serokê PDK, kir. Bicîhbûna xwe ya li Kurdistana azad wekî vexwendin û pêkanîna rewşê ji bo vê yekê ji alî Birêz Nêçîrvan Barzanî ve diyarkir. Hêviyên xwe anîn zimên ku Ewê di jiyana xwe de beşek azad a Kurdistanê dît û hêvîdar e dê jiyana wê dest bide ku azadiya beşê mezin ê Kurdistanê jî bibîne…
Sînem Bedirxan diyarkir ku baweriya wê bi Tirkan nayêt, welatê Kurd ê dagirkirî zordestiyên mezin ji vê dewletê dîtin e. Bedirxaniyan zexmetiyên mezin ji destê Tirkan dîtin e… Surgun, asîmîlasyon, derbederî, zordestî… Bi sêr vê yekê jî hêvîdar e ku projeya Vebûna Kurd bikeve rê de!…
Di berdewamiya bernameya Bergeh de – Batun, Îzol û Bilek rewşa aloz a di navbeyna desthilat, esker û “dadweriya” Tirk de nirxandin. Herweha civîna Erdogan li gel hunermendan jî di çarçoweya Vebûna Kurd de girtin destan û şirove kirin…
Bernameya Bergeh