Barzanî û Samerayî arîşeya Mûsilê gotûbêj kirin
Îro yekşemiyê 21.02.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Eyad Samerayî serokê parlamentoya Îraqê û şandeya li gel kir.
Di hevdîtinê de, pirsên siyasî û rewşa ewlehiya Iraqê bi giştî û ya wîlayeta Mûsilê bi taybetî û çewaniya birêveçûna kampaniyaya hilbijartinan li sertaserî Iraqê behis kirin.
Li dor pirsên çarenûsaz û pirsgirêkên helawestiyên di navbera herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de û çawayiya çareserkirina wan pirsgirêkan danustandin hat kirin û her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku pêwîste hemû pirsên hilawîstî li gor destûrê bên çareser kirin û hemû alî girêdayî madeyên destûra Îraqa feder bin.
Serokê herêma Kurdistanê û serokê parlamentoya Îraqê, herwesa, mimaqeşera rewşa siyasiya Îraqê û nexşeyî siyasiyê piştî hilbijartinên heftê adarê kir.
Her du aliyan tekîd li ser wê yekê jî kir ku divê kampaniyaya hilbijartinan di rewşeke şaristanî û bi awayekî azad û demikratîk birêve biçin.
Eyad Samerayî baweriya xwe bi helwest û nêrîna nîştimaniya rast û rewayên serok Barzanî di çareserkirina pirsgirêkên niha yên Iraqê de nîşan da daxaz ji serokê Kurdistanê kir ku ji bo çareserkirina arîşeya Mûsilê alîkariyê bike.
Weke tê zanîn Eyad Samerayî serokê parlamentoya Îraqê pêşiyê serdana bajarê Mûsilê kir û bi Esîl Nûcêfî waliyê Mûsilê û mezine berpirsên wîlayetê re civiya û di civînê de minaqeşeya rêyên çareseriya piroblema musilê a di navbera lîsta Hedba û lîsta Biratiya Neynewa kir.
Li gor hatiye zanîn, Samerayî ji walî û berpirsên Mûsilê re gotiye ku alozkirina piroblemê di xizmeta tu aliyan de nîne û dê arîşe mezintir bibe, pêwîste kanalên diyalogê bi aliyên peywendîdar re bên vekirin.