Kultur

Kurdê Swêdê derbasî fînala Swêdê ya Eurovisionê bû

Stiranbêjê xort û kurdê Swêdê Darîn di berêkana (pêşbirkiya) şivêdî ya Eurovisionê ya Swêdê ya sêyê de yek ji duwan bû ku yekser çû fînalê. Hêj du berêkanên dî berî fînalê mane.

Di fînalê de ya ku dê di 13/3 2010ê de li Stockholmê (Globen) bêt kirin, dê bi dengdana xelkî ya bi rêya telefonan, yek bêt hilbijartin û ew yek bi tenê dê nûneriya swêdê di berêkana hemî Ewropayê ya Eurovision Song Contestê de, ya ku dê di 25, 27 û 29/5 2010ê de li Osloyê çê bibe, bike.

Darîn Zanyar bi stirana xwe »You’re out of my life« ku teksta Henrik Janson û Tony Nilssonî ye, di vê berîkanê de li bajarê Goteborgê beşdar bû. Ew di sala 2004ê de di berêkana stiranê ya Idolê Swêdê de beşdar bû û bûbû serkeftiyê duyê. Piştî wê nav û dengê wî gelek çû û CD-ya wî ya yekê gelek hat firotin. Pênc albumên wî derketine û wî konsert li derveyî Swêdî jî çê kirine û çend xelat jî wergirtine.

Darîn zaniyar di yekemîn galay kurdî, sala 2005ê, ku ji aliyê nûneratiya hikûmeta herêma kurdistanê  bakurê Ewropayê ve hat bû amade kirin, weke kurdê salê hat  hilbijatin û xelat kirin.

Jêder: kulturname

Balkêş e ?
Close
Back to top button