Mîranî: Em şirîkê vî welatîne
Kerkûk – Fadil Mîranî sekreterê mekteba siyasiya Partî Demokratî Kurdistan seredana bajarê Kerkûkê kir û beşdarî di kombûna cemaweriya tex û çînîn Kerkûkê da kir. Li destpêka kombûnê Necat Hesen berpirsê liqê 3-ê yê PDK-ê, behsê helbijartinên dahatî kir û agehdarî da welatiyan ku, di van hilbijartinan de çewe dengên xwe karbînin û di derbarê formên dengdanê de hinek pirs zelal kirin.
Fadil Mîranî, jî di kombûna gelêrî de axaftinek pêşkêş kir. Mîranî di axaftina xwe de, giringiya ku hevwelatî beşdariyê di dengdanê de bigin da xûyakirin û herweha daxwaz ji xelkê kir ku; dengên xwe bidin Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê, ji bo bi ceh înana mada 140-ê û zivirandina Kerkûk û deverên veqetiyayî bo ser herêma Kurdistanê dupat kir. Mîranî ji xelkê daxwaz kir ku,hemû aî yek rêzî û biratiyê biparêzin, û giringiya hevre jiyanê da kifşkirin. Mîranî, got ku, pinpêkirina terorrê pêwistiyeke, ji bo sedema terorê jî hindek kêmasî di aliyê xizmetgûzariyê de çêbûne.Lê tiştek nigare bibe asteng di rêya armancên me yên netewî de.
Mîranî got:“ Lîsta hevpeymanî nabît bi tinê berevanyê ji herêma Kurdistanê biket, çunkî em ne beşdarin, ji ber ku em şirîkin di vî welatî de. Helbijartina serok komarî em bi hîviya hejmara kursiya ve nahêlîn belku em netewa duyêmînin li Îraqê.“