Lêpirsîn: LHK û PDK li pêş e

 

Li gora lêpirsînekî ku dezgehê Mukriyanî pê rabû, weha hat xuyakirin ku Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî û Partîya Demokrata Kurdistanê, di prosesa van hilbijartinan de li pêş in. Hilbijartinên parlementoya Iraqê di 07.03 .2010-ê de bine encamdan û ev lêpirsîn jî, di rojên 21-27-ê meha derbasbûyî de hatiye çêkirin.

 


Li gora encamên vê lêpirsînê yên nava bajêrê Kerkûkê,  ji  % 97.02  ji hevwelatîyan dixwazin, ku beşdarbûnek berfireh di van hilbijartinan de çê bikin.

Li nav bajêrê Hewlêrê jî, ji % 91  ji hevwelatîyan daxwaz kirine, ku gerek beşdarbûnek mezin di van hilbijartinan de çê bibe.

Li nava bajêrê Silêmanîyê jî, ji % 86.01  ji hevwelatîyan daxwaz kirine, ku beşdarîyê di evan hilbijartinan de bikin.

Li bajêrê Duhokê jî, ji % 87  ji hevwelatîyan daxwaz kirine, ku gerek hemû hevwelatî beşdarîyê di encamdana van hilbijartinan de bikin.

Di vê lêpirsînê de weha jî hatiye xuyakirin, ku ji % 84.03  ji xelkê bajêrê Kerkûkê daxwaz kirine, ku xelk dengên xwe bidin Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî.

Li gora vê lêpirsîna Dezgehê Mukriyanî:

Li Kerkûkê dê  ji % 80.03  ji xelk dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.

Li Silêmanîyê  ji % 38.06 dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.

Li Hewlêrê  ji %63 dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.

Li Duhokê  ji % 72.04 dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.

Her li gora vê lêpirsînê, Partîya Demokrata Kurdistanê jî, li pêşîya hemû partîyên kurdistanî ye.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: