Polîtîk

Daxûyaniyek ji Newşîrwan Mustafa

Newşîrwan Mustefa diyar kir: “Hêzên desthilatdar hewil didin ku bi rêya prowakasyonan ve hilbijardinan tevlîhev bikin. Lê ev armanca wan wê bi ser nekeve!

Newşîrwan Mustefa daxûyanyiek da li ser hêrişên dawî yên tîmên YNKê yên li ser gelê Silêmanî û layengîrên Goran pêkanîbû. Mustefa wisa axifî: “Ew dixwezin me prowake bikin û bi vî aweyî hilbijardinan têk bihînin.

Lê ev yek êdî ji derfeta wan jî der e. Jiber ku layengîrên Goran û her wiha her kadirek Goranê bi helwestele dilsozane tevdigere û ew bi rast û dirûstbûna xwe bawer e. Ev bawerî di hilbijardinên dawî de anî ber çav ku kes nikare tevgera Goran biçûk bibîne û wê pişt guh bike. Pioştî van hilbijardian jî wê bihête dîtin ku pêşroj di tevgera Goranê de ye. Jiber ku raqîbên me vê yekê baş dizanin, bi prowakasyonan ve dixwezin ev pêşkeftina me birawestînin. Lê ev yek êdî ne mimkûn e, Goran wê pêştir jî bikeve…”

Newşîrwan Msutefa jibo layangerên Goran jî bi taybet pêşniyaz kir û ji wan xwest ku ew ti caran dferfeta prowakasyonê li ber hêzên tarî venekin û hincetan nedine wan.

“Ji bo dost û dijmin êdî diyar e, ku  tevgera Goran, di siyaseta Kurdistanê de aliyekî serekî ye.”

Wekî dihête zanîn berî çend rojan li bajarê Silêmanî hêzên neyasayî yên YNKê hêrsiheke ckekdarî biribû ser gelê meşdar yê Silêmanî û di dawiyê de 11 kes birîndar bûbûn.

(KNN/Xoşî Giyan)

Back to top button