Kultur

Roja Zimanê Dayikê

Ziman nasnamey e…

Di roja zimanê Dayikê de, dive hewldanên mezin bêne dayîn ji bo fêrbûna zimanê Kurdî, ji bo di jiyana rojane de karanîna zimanê Kurdî. Dema mirov zimanê xwe ji bîr bike nasnama mirov jî winda dibe. Bi minasebeta vê rojê em nivîsek ya nivîskarê hêja Konê Reş belav dikin.

 

 

Di Roja Zimanê Dayikê de

 

Konê Reş

21ê sibatê, 2010 an anku sibe, roja navnetewî ya zimanê zikmakî an zimanê dayikê ye. Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî“, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCO yê ve hat pejirandin. Her sal di vê rojê de, çalakîyên pirreng, li seranserî cîhanê têne li darxistin û ev roj tê pîrozkirin.

   Em wek Kurdên rojava sed mixabin ku rêxistinên me, yên pir, guh nadin ziman wek ku pêdivî ye.. û sebaretî vê rojê ez nebawerim ku di huş û xeyalê wan de ye..

 

   Bi vê helkeftê, em çend perçeyan ji helbestek helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî ya ku li dor zîlana hezkirina zimanê Kurdî digere dikin diyarî ji hezkerên zimanê Kurdî re, li her cih û warî. Hevîdarin ku gula zimanê me roj bi roj xweş û geş bibe û bibe cihê guhdana her Kurdekî. Hêja ye gotinê ku helbestvan Mûsa Zaxuranî beşekî mezin ji temenê xwe di ber siyaset û rewşenbîriya Kurdî de xerc kiriye.. Her wiha gelek destnivîsên wî hene, bi tenê dîwanek helbest bi navê (Govendek Helbest), li başurî welat, ji rex wezareta rewşenbîriyê ve hatiye çap û belav kirin. Fermo werim em û hûn bi hev re vê helbesta wî ya bi navê ZIMAN bixwînin:

 

ZIMAN

 

Guh bidin ziman xortên me Kurda

Bera ev ziman nemîne winda

 

Dilê welate ev zimanê xweş

Kesê jibîrke, dê mîne rûreş

 

Nasnama me ye, li her civatî

Hebûna me ye, li vî welatî

 

Win bi her kesî, vê bidin zanîn

Zarê Bedirxan, zarê Mem û Zîn

 

Zimanê me ye, pê serbilnd in

Ne bê keleh in, bi şar û gund in

 

Nabe ev ziman wiha bimîne

Kes pê nenûse , kes wî nexwîne

 

Cizîra Bota, xweş xweş xuya ye

Zimanê me ye, bi me hêja ye

 

Xanî û Qadir, xweş wan dinas im

Ew û Cizîrî, pir serfiraz im

 

Zimanê min e, pê serbilind im,

Şêrîn û xweşe, alê dihild im

 

Sih û yek tîpin, yek yek bi hejmar

Bi wan xemilî kovara Hawar

 

Mîr ew dane hev, ji me Kurda re

Lewma navê wî bo me guhare

 

Divê ku em Kurd wî xweş bixwînin

Bi Konê Reş re soza biçînin

 

Di ber ziman de, weke Konê Reş

Herdem em bêjin; şeva we ma xweş

 

Ziman e, ziman wata hebûnê

Zimane rêça, her pêşveçûnê

 

Ziman e navê, milet û welat

Ziman e dengê, Dicle û Firat

 

Her kes zarê wî bi wî şêrîn e

Em ne bêwar in , em ne sêwîn e

 

Kurdo! Dîrokê rastî bixwîne

Ji bo bizanî ka Kurd em kî ne

 

Nabe ev ziman wiha bimîne

Kes pê nenûse, kes pê nexwîne

 

Omîda Mîran bi cî werînin

Gulên Celadet her roj biçînin

 

Kovara Hawar herdem bixînin

Şerme ku em Kurd wiha bimînin

 

Dîse dibêjim; guh bidin ziman

Derdê Celadet, kurê Bedirxan

 

Qamişlo, 20.02.2010

 

 

Back to top button