Hunermendê Kurd Xalo li Almanya bajarê Hamburgê întîhar kir

Eşkere bû ku wî duh bi şev bi destê xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Kesekî ji Xalo nêzîk ji Avesta re diyar kir ku Xalo bi nexweşiya şêrpençe bû û di vê dema dawiyê de di krîzeke derûnî de bû, ihtîmal heye ku ji ber vê yekê wî intîhar kiribe.

Ji bo otopsiyê cenazeyê Xalo rakirin nexweşxaneyê.

Xalo bi eslê xwe ji Îdirê ye û ew demeke dirêj li Diyarbekirê jiya ye.

Intîharkirina Xalo di nava dost û hezkiriyên wî de xemgîniyeke mezin peyda kir.

(Avesta)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: