Kultur

Silavek bo Panêla Zimanê dayîkê li Sêrtê

Silavek bo Panêla Zimanê dayîkê li Sêrtê

Kurd îcar li hev rûdinin li bajêrê Sêrtê
Da bipeyivin li ser zimanê dayîkê
Birano, xûşkino, mifa ji vê çiye?
Gava her kesek di mal de, bi Turkî deng dikê?

Li hawîr binêrin, çavan vekin, guh bidêrin
Di mala me de, zimanê biyanî serdeste
Peyvêd kurdî, roj bi roj, di nav gel de, dimirin
Ger yek vê dibêje, êdî ew kevinpereste

Zimanê me kirine şorbenîska Qerçiya
Ji her warekî peyv xistine di nav de bi zor
Peyvek ji Roma anîne, yek ji Almaniya
Zimanê ku gelek leheng di ber de çûne gor

Dîsa jî silav li xebata we û li Sêrtê
Li karê hûn dikin ji bo zimanê dayîkê
Dibe paş vê civînê ji bo gelê me xêr tê
Jimara Kurdîhezan bilind bibe bi kêlîkê

Ewên di mal de zarokên xwe dikin biyanî
Li zimanê bav û dayîkê dîsa vegerin
Li ciyê ku hergav dibêjine:“Sen nasil sin?“
Bi Kurdiya xwe ya zelal bibêjin:“Hûn çerin?“

Bonn, 20.02.2010

Back to top button